Hejmara nû ya Serxwebûn a meha Hezîranê bi zimanê Kurdî derket

Hejmara 510’an a rojnameya Serxwebûn a meha Hezîranê ya bi zimanê Kurdî bi manşeta “Em Bi Zîlanî Xwedî Li Rêber Apo Derkevin” derket.

Hejmara nû ya Serxwebûn a meha Hezîranê bi zimanê Kurdî derket
Hejmara nû ya Serxwebûn a meha Hezîranê bi zimanê Kurdî derket
7 tîrmeh, 2024   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Serxwebûn a meha Hezîranê, bi hejmara xwe ya 510’an a bi zimanê Kurdî (zaravayê Kurmancî) li ber destê xwîneran e.

Nirxandina Koordînasyona PAJK’ê bi nivîsa “Em Bi Zîlanî Xwedî Li Rêber Apo Derkevin” bal dikşînê ser rastiya fedaîtiya Zîlan, (Zeynep Kinaci) Sema Yuce û Gulan’.

Di hejmara Rojnameya Serxwebûn de hîn nivîsên esasî wiha ne: “Şerê Cîhanî Şerê Mêtînger-Talanê ye”, nivîsa Bozan Tekîn a bi sernavê “Di Sedsala Duyemîn de Dewleta Tirk Xwe Dubare Dike”, nivîsa Murat Karayilan a bi navê “Pêngava 1’ê Hezîranê Pêngavek Bîrdozî ye.”

Rojnameyê cih da nirxandinên Rêber Abdullan Ocalan ya bi sernavê “Li Hember Dewletparêziya Netewe Civaka Exlaqî-Polîtîk, nivîsa Duran Kalkan a bi navê “Têkoşîna 21 Saliya Pêngava 1’ê Hezîranê Dê Serkeftin Bi Xwe Re Bîne”, nivîsa Cemîl Bayik a bi navê “Pêngava Azadiya Gerdûnî Hêzek Nû Da Têkoşînê” çend nivîsên girîng yên rojnameyê ne.Êzdatî Bîrdariya Berxwedanê Ya Bawerî û Çanda Herî Qedîm a Dîrokê Ye/Têkoşîn Ozan. Rastiya Rêbertî Tevgera Civakbûyî Ya Herî Bi Hêz û Herî Berfireh e/ Elî Heyder Kaytan.

(bm)

ANHA