ˋWê krîza rawestandina jenetorên kehrebê bi dawî bibeˊ

Komîteya Jenetoran a Hesekê diyar kir ku wê mazota taybet bi jenetoran îro bigihîne Hesekê, wê sibe li xwediyên jenetoran belav bibe. Dê krîza rawestandina jenetoran bi dawî bibe.

ˋWê krîza rawestandina jenetorên kehrebê bi dawî bibeˊ
26 hezîran, 2026   22:15
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Duh, Komîteya Jenetoran mazot li xwediyên wan belav kir, lê tenê têra rojekê bû, ji ber wê îro jenetor nexebitîn. 

Komîteya Jenetoran a girêdayî Şaredariya Gel a Hesekê ji ajansa me re diyar kir ku rêjeya mezin a jenetorên ambêran ên ku li bajêr dixebitin ji ber îro mazot negihîşt wan nehatin pêxistin.

Komîteyê diyar kir ku mîqdara mazota ji bo pêxistina jenetoran tê xwestin wê îro bigihîne xwediyên wan û sibe li wan were belavkirin, da ku ji nûve jenetoran pêxistin û wê krîza rawestandina jenetoran bi dawî bibe.

(fr)