ˋJi ber erdhejên Venezuelayê zêdetirî 50 hezar kes winda neˊ

Rayedarekî NYˊyê hişyarî da ku hejmara miriyan ji ber du erdhejên ku li Venezuelayê qewimîn, îhtîmal e ku pir zêde bibe, ji ber ku zêdetirî 50 hezar kes hîna winda ne.

ˋJi ber erdhejên Venezuelayê zêdetirî 50 hezar kes winda neˊ
26 hezîran, 2026   21:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî NYˊyê îro ji AFPˊê re diyar kir ku piştî 2 erdhejên ku roja çarşemê li Venezuelayê qewimîn, zêdetirî 50 hezar kes hîn jî winda ne û hişyarî da ku îhtîmal e hejmara miriyan pir zêde bibe.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Mirovî û Koordînatorê Alîkariya Awarte Tom Fletcher got, "Ev bersiveke awarte ya pir girêk e. Zêdetirî 50 hezar kes winda ne û zêdetirî 500 kes mirî ne. Ji lew re erkek mezin li benda me ye ku di nava kavilan de lêgerînê bikin."

(fr)