ˋMin soz dabû ku ez ê vegerim Tişrînê va min soza xwe bi cih anîˊ

Tevî temenê xwe yê 70 saliyê û ji serê xwe ve di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê li Bendava Tişrînê de birîndar bûbû, lê careke din bi xelkê bajarê Qamişloyê re berê xwe da bendavê û parastina wê ji êrişan dike.

ˋMin soz dabû ku ez ê vegerim Tişrînê va min soza xwe bi cih anîˊ
6 sibat, 2025   07:20
BENDAVA TIŞRÎNÊ
RÊNAD ELÎ

Di 18ˋê Çileyê de dema xelkê bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê li ser Bendava Tişrînê parastina bendavê dikir balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker gelê li wir bombebaran kiribûn, di encamê de 6 welatî şehîd bûbûn û hin jî birîndar bûbûn.

Faris Xilo (70) yek ji wan welatiyan e ku ji serê xwe ve birîndar bûbû û rakiribûn nexweşxaneya Tebqayê û li wir tedawî dibû. Lê ji têkoşîna xwe gav bi paş ve neavêt û wê demê gotibû piştî baş bibim, ez ê yekser vegerim û parastina bendavê bikin.

Îro jî, careke din Faris Xilo Bendava Tişrînê ji êrişên dagirkeran diparêze û got: "Armanca me ya li vir, em bendavê biparêzin, piştgiriya zarokên xwe yên di Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de bikin."

Xilo wiha domand: "Ev bendav damara jiyanê ya bi milyonan mirovan û zindiyên li herêmên me ye. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze binesaziyê wêrna bike, lê nikara vîna me bişikîne."

Xilo nameyek xurt nîşanî dewleta Tirk a dagirker kir û wiha got: "Berdêl çi dibe bila bibe û tu çiqas sûcên xwe yên hewayî û bejahî zêde bike, em ê her tim li vir bin, li hember te û çeteyên te bisekinin û parastina Bendava Tişrînê bikin."

Xilo diyar kir ku ji tevahî pêkhate, iraq û olan li vir parastina bendavê dikin, ev hevgirtina gel wê planên Erdogan faşîst têk bibin.

Xilo bang li civata navneteweyî û raya giştî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û wiha pê de çû: "Bêdengiya we, îsbat dike ku axaftinên we yên li ser mafên mirovan tenê gotinên derew in. Divê hûn helwesteke cidî ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlên li Bendava Tişrînê nîşan bidin."

Di dawiyê de Faris Xilo wiha got: "Dema ez birîndar bûm, min soz dabû ku ez ê vegerim û min îro soza xwe bi cih anî. Ez her tim bi karwanên şêniyan re werim vir, heta êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser xaka me bi dawî dibin."

ˋQSDˋÊ LI HEMBER ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK MERTAL Eˊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8ˋê Kanûna 2024ˋan ve bi balafirên şer û bêmirov û topan êrişî Bendava Tişrînê dike ku avahiyên xizmetguzariyê yên gelên herêmê wêran bike. lê berxwedana behmpa ya QSD û YPJˋê wan êrişan têk dibin."

ˋSÛCÊN ŞER Û SÛCÊN DERMIROVÎˊ

Ji ber ku di nikare bi pêş de biçe û di êrişên bejahî de têk diçe, bi balafirên bêmirov nobedarên li ser bendavê bombebaran dike. Ji destpêka êrişên li dijî bendavê ve 7 karwanên sivîlan bombebaran kirine, di encamê de 24 welatî di nav de 3 karkerên tîmên tibî şehîd bûn û zêdetirî 200 kes, di nav de 7 rojnamevan û 3 karkerên timên tibî birîndar bûne.

(fr)

ANHA