Şehîd Menîca; jiyana wê ji bo jinan bû jêdera îlhamê

Jiyana şehîd Menîca Heyder ne tenê tecrubeyeke kesane bû. Jiyana wê ji bo gelek jinên ku rêya wê şopand, bû jêdera îlhamê. Ruhê wê û lehengiya wê îrade da nifşên nû û ew jî ber bi misogerkirina mafên xwe ve çûn.

Şehîd Menîca; jiyana wê ji bo jinan bû jêdera îlhamê
Şehîd Menîca; jiyana wê ji bo jinan bû jêdera îlhamê
Şehîd Menîca; jiyana wê ji bo jinan bû jêdera îlhamê
Şehîd Menîca; jiyana wê ji bo jinan bû jêdera îlhamê
Şehîd Menîca; jiyana wê ji bo jinan bû jêdera îlhamê
Şehîd Menîca; jiyana wê ji bo jinan bû jêdera îlhamê
Şehîd Menîca; jiyana wê ji bo jinan bû jêdera îlhamê
Şehîd Menîca; jiyana wê ji bo jinan bû jêdera îlhamê
Şehîd Menîca; jiyana wê ji bo jinan bû jêdera îlhamê
6 sibat, 2025   03:55
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Li cîhaneke tijî krîz, zehmetî û alozî, ruhên şehîdan di dilên me de zindî dimînin û di rêyên me de dibin ronahî. Ji wan şehîdan Menîca Heyder bû sembola têkoşîna şoreşger û ruhê berxwedana bêhempa.

Menîca Haco Heyder di sala 1977'yan de li gundê Çeneqê yê Amûdê ji dayik bû. Ji ber rewşa aborî di sala 1983'yan de ji bo domandina xwendina zarokan malbata wê berê xwe daye taxa Hilêliyê ya Qamişloyê.

KETINA NAVA TEVGERÊ

Şehîd Menîca ji zaroketiya xwe ve nirxên berxwedanê ji endamên tevgerê fêr bû û tê de taybetmendiyên jina têkoşer a xwedî îrade û israra serkeftinê berz dibûn. Wê dizanibû ku gelê wê hewcedarê dengê wê ye û ji bo doza wê berxwedan û îradeyeke bêhempa divên. Ji ber wê jî wê jiyana xwe ji bo misogerkirina mafên Kurdan û jinan derbas kir û baweriyeke wiha di dilê wê de bû ku ji bo azadiyê hemû fedakarî hêja ne.

TÊKOŞERA MAFÊN JINAN

Menîca di ciwaniya xwe de bi felsefeya "Jin Jiyan Azadî" bandor bibû û ji bo misogerkirina mafên tevahî jinan di çalakiyên li nav taxan de cihê xwe digirt. Bi destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an re şehîd Menîca wekî rêvebera taxa Hilêliyê cih girt. Di wî karî de rolêk sereke di damezirandina komînan de lîst û gelek jinên ku di şoreşê de bûn pêşeng, bi rêxistin kirin.

ROLA ŞEHÎD MENÎCA DI PARASTINA MAFÊN JINAN DE

Di 2013'an de şehîd Menîca tev li Kongra Star bû û roleke mezin di parastina mafên jinan û xurtkirina rola wan cih digre. Şehîd Menîca 4 salan berdevka Kongra Star li ser asta Qamişlo bû. Her wiha wekî berdevka Komîteya Civakî ya li ser asta Rojavayê Kurdistanê û hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Cizîrê jî cih girt.

‘MENÎCA HEZKIRIYA WELAT BÛ’

Birayê şehîd Menîca, Cemîl Haco wiha xwişka xwe anî ser ziman: "Şehîd Menîca di jiyanê de ji aliyê her kesê ve dihat hezkirin. Hem di malbatê hem jî di gund de. Gelekî hêmin û aram bû. Xwedî sebir û zanabûn bû. Ji zaroketiya xwe ve bi xurtî bi tevgera azadiya Kurdistanê ve hatibû girêdan. Ew bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan re mezin bû di dilê wê de baxweriyêk mezin çêbû. Ji ber vê ji bo pêkanîna azadiyê berxwedan ne vebijêrk e.”

Cemîl wiha domand: “Menîca ne tenê xwişk bû. Ew stûna malbatê bû. Zanabûn û jîrbûna wê ji me re bibûn lêveger. Menîca di jiyanê de bi heskirî nîzê hemû kesê dibû û ferdên malbatê jî we gohdar dikir.”

Cemîl Haco destnîşan kir ku şehîd Menîca sembola jina cidî û jêhatî bû û tu carî bi encamên kêm razî nedibû. Vê jî hişt ku ew ji aliyê her kesî ve were hezkirin.

BANDORA WÊ LI SER MALBATÊ

Cemîl wiha zêde kir: "Menîca şehîda 8'emîn a Malbata me ye. Em bi şehadeta wê jî serbilind in. Wê hertim digot 'ez naxwazim mirineke normal bimirim, ez dixwazim şehîd bibim' û xewna xwe pêk anî. Em bi wê serbilind in lê di heman demê de em bi jidestdayîna wê gelekî xemgîn dibin. Ew stûna malbata me bû û ew ê her di dilên me de zindî bimîne."

GIRÊDANA BI DOZA AZADIYA JINAN VE

Xwişka şehîd Menîca Îlham Haco der barê wê de got: "Li her cihekî ku jin tê de rastî zilm û zordariyê dihatin, şehîd Menîca li wir bû. Her çiqas em behsa wê bikin, em nikarin wê bînin ser ziman. Ew ji me re dayik, xwişk, heval û pişt bû. Tevî mijûlbûna wê lê dîsa jî bi me re wekî malbat tu kêmasî nedikirin. Wê 13 salan bê rawestan kar kir. Tevî zehmetiyên ji ber nexweşiyê dîsa jî pêkanîna erkê xwe yê nîştîmanî û exlaqî didomand."

FEDAKARIYA JI BO WELAT Û DOZÊ

Îlham Haco wiha zêde kir: "Wê nedixwest bibe jineke lewaz û mazlûm. Her tim dixwest jinan pêş bixe û mafên wan bi wan bide naskirin û azadiya wan misoger bike. Li jinên ku rastî tundiyê dihatin digeriya û xwe digihand wan. Dema ew biçûk bû, bi dizî fêrî zimanê Kurdî dibû û vedigeriya mal da ku me jî fêrî tîpên Kurdî bike. Li kêleka karê xwe yê berhevkirina pembûyê wê ji em re jî digot ku em bixebitin."

Îlham Haco diyar kir ku ew bi şehadeta xwişka xwe serbilind e û soza şopandina rêya wê dubare kir.

FEDAKARIYA JI BO AZADIYÊ

Şehîd Menîca di 1997'an de bi pismamê xwe Ebdulcelîl Heyder "Bavê Welat" re zewicî. 5 zarokên wan çêbûn, Welat, Raman, Hisên, Yûsif û Mihemed.

Ebdulcelîl Heyder wiha qala şehîd Menîca dike Şehîd Menîca zarokên xwe jî bi hezkirina welat û fedakariya ji bo azadiyê mezin kirin.

Di 2015'an de kurê xwe Raman şand tevgera azadiya Kurdistanê û zarokên wê yên din di Hêzên Sûriya Demokratîk û Tevgera Ciwanên Şoreşger de cih girtin.

Ebdulcelîl wiha qala şehîd Menîcayê dike: "Xewna Menîcayê ew bû ku tev li tevgera azadiya Kurdistanê bibe û li çiyayên Kurdistanê bibe şervan. Lê belê ji ber hin rewşan ew yek nehat pêkanîn. Lê belê wê kurê xwe şand nav tevgerê. Wê demê min jê re got tu yê gazinan nekî û wê soz da min ku neke. Bi rastî jî tu carî tu gazin nekirin û her tim bi kurê xwe serbilind bû."

DÎROKA DIRÊJ A TÊKOŞÎNÊ

Di salên 90'yan de bi navê Canda di nav xelkê de dihat naskirin. Wê civînên şêniyan bi rêxistin dikirin û proşor belav dikirin. Li kêleka xebatên damezirandina komînan li taxa Hilêliyê, ew li dibistanê mamoste bû jî. Lê belê xwe di wî karî de nedît, ji ber wê vegeriya nav civakê û xebat meşandin.

Malbata şehîd Menîca bi tevahî di nav tevgerê de bû, ji ber wê jî ew li pêşiya wê nebû astengî. Jiyana hevbeş û welatparêzî ji wan re bingeh bû. Her tim ew bi doza Kurdî re bûn, wekî bav û kalên xwe.

Ebdulcelîl wiha domand: "Wê her tim digot kengî me maleke saxlem ava kir, wê demê em ê welat ava bikin. Ew ji tu tiştî neditirsiya. Her tim digot ez xwedî rojên giran im. Em tev bi hev re dixebitîn û bi êvarê re Menîca ji me dipirsî 'we îro çi kir'. Me tenê êvarê hevdu didît."

Ebdulcelîl di dawiya axaftina xwe de got: "Şehîd di dilên me de zindî ne. Wesiyeta wê jî wiha bû 'piştî ez şehîd bibim dema ragihandin were bi te re hevpeyivînê bike, sê caran bibêje Jin Jiyan Azadî."

‘ŞEHADET SEDEMA DOMANDINA TÊKOŞÎNÊ YE’

Kurê din ê şehîd Menîca Hisên Heyder jî wiha axivî: "Dayika min di jiyana min de pêşenga min bû. Wê em bi hezkirina welat û mafên mirov mezin kirin."

Hisên wiha domand: "Berî ku ew berê xwe bide bendava Tişrînê, min jê re got ez ê xwe emeliyat bikim, bimîne heta ez wê dikim. Ji min re got 'emeliyata te tê paşxistin lê belê erkê min ê li hemberî welat û şervanên wî nayê paşxistin. Ez ê alîkariya wan bikim' û çû."

Hisên ji ber jidestdayîna dayika xwe diêşe lê di heman demê de bi wê serbilind e.

Hevala şehîd Menîca, Rodîn Îsa ku 13 salan hevrêya şehîd bû, got: "Şehîd Menîca felsefeya Jin Jiyan Azadî tam pêk anî. Ew xurt û jêhatî bû. Her tim dixwest jinan di hemû aliyan de pêş bixe."

Rodîn Îsa wiha domand: "Şehîd Menîca şaştî qebûl nedikirin. Her tim dixwest hevalên xwe pêş bixe û xwe bigihîne kesên ku pêwistiya wan bi pêşxistina fikrî heye. Hevaltiya me di dema ku em rêveberên taxan bûn de, dest pê kir. Di perwerdeya 45 rojan a Akademiya Star de me zêdetir hevdu nas kir. Ew gelekî bi kurê xwe Raman ve girêdayî bû. Wê wekî welatê xwe ji wî hez dikir û ji bo pêkanîna xewna xwe kurê xwe şand nav tevgerê."

Di dawiya axaftina xwe de Rodîn Îsa got: "Tevî zehmetiyên siyasî û civakî yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dîsa jî Menîca xwe îsbat kir. Wê her jineke têkoşer wekî beşeke şoreşê didît. Şehadeta wê ne dawî ye, lê belê sedema domandina têkoşînê ye."

SEMBOLA BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ

Birayê şehîd Menîca, Cemîl Haco got: "Şehîd Menîca dizanibû ku dibe ku ew venegere lê dîsa jî xwest tev li berxwedana bendava Tişrînê bibe. Di her berxwedanekê de li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pareke wê hebû. Her tim digot şehadeta di oxira azadiyê de, jiyan bi xwe ye. Bi şehadeta xwe jî ew bû sembola berxwedan û têkoşînê."

Di 17'ê Çileyê de şehîd Menîca tevî bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo berê xwe da bendava Tişrînê da ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê bi taybetî li dijî bendavê şermezar bikin. Di 18'ê Çileyê de jî artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyan êriş pêk anî di encamê de hevseroka Nivîsgeha PYD'ê ya Qamişlo Menîca Heyder, şanogerê Kurdistanî Cuma Xelîl (Bavê Teyar), endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman û Ekrem Rexo û endamên Meclisa bajarê Qamişlo Muzafer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm şehîd bûn.

Di 21'ê heman megê de jî bi deh hezaran şênî, şehîd li bajarê Qamişlo spartin axê.

(mh)

ANHA