Akademîsyen û siyasetmedar: Redkirina diyalogan dê welat bixe nava aloziyên nû

Akademîsyen û aktîvîstên siyasî diyar kir ku di qonaxa niha ya li Sûriyeyê de pêdivî bi diyalogê heye û got “Redkirina diyalogan dê welat bixe nava aloziyeke nû."

Akademîsyen û siyasetmedar: Redkirina diyalogan dê welat bixe nava aloziyên nû
6 sibat, 2025   02:25
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Akademîsyen, çalakvan û siyasetmedarên sûriyeyî diyar kir ku erk û berpirsyariya avakirina Sûriyeyeke nû ku hemû pêkhateyan qebûl dike û mafên wan dipejirîne û welatê wan ji rewşa nezelal derdixe, dikeve ser milê gelê Sûriyeyê bi xwe.

Endazyar û çalakvana civakî Sivart Selûm bal kişand ser girîngiya hemwelatîbûna çalak û wiha got: "Eger em dixwazin li ser nêrîna herî guncaw biaxivin, divê em bala xwe bidin nêrîna berfireh a ku hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê li hev dicivîne û ev jî  bi hemwelatîbûna çalak a di wateya xwe ya rast de pêkan e. Hemwelatîbûn nayê wê wateyê ku yek pêkhateyê li ser hesabê pêkhateyên din jî were dûrxistin."

‘BI DIYALOGÊ PÊVAJO DERBAS DIBE’

Sîvart bal kişand ser şêwaza rejîma berê û got: “Kêşe û zehmetiyên ku em îro pê re rû bi rû ne, encama tiştên ku di salên derbasbûyî de hatine avakirin e; ji ber ku her aliyek hewl dide xwe îsbat bike û tirsa wî heye ku di encama polîtîkaya dûrxistinê de bandor li hebûna wî bike."

Sîvart Selûm bi domdarî got: “Divê em vê tirsê derbas bikin. Divê bi rêya lidarxistina konferansan û nîqaşên tê de ku hemû aliyan a bêyî dûrxistina tu aliyekî bihewîne qonaxê derbas bikin, bi vê yekê em ê karibin sûriyeke nû ava bikin û pirsgirêkên nîjadî û cudexwaziyê derbas bikin.”

‘SÎSTEMA BEŞDARIYÊ JI BO REWŞA SÛRIYÊ GUNCAW E’

Sivart Salûm got: "Têgeha nenavendîbûnê têgeheke pir berfireh e, lê divê em sûriyeyî xwe nebispêrin tecrubeyên navneteweyî, lê ji aliyê siyasî û leşkerî ve divê em sîstemeke ku mafên me misoger bike bixebitin, ji bo pêkanîna vê sîstemê divê em ji niha û şûn ve zemîna guncaw deynin. Nenavendîbûna leşkerî tê wateya li tevahî xaka Sûriyeyê çek were danîn. Divê berê çekan bidin parastina sînor. Bi nêrîna min, nenavendîkirina îdarî pêdiviyek e û di destûra me de jî diyar e, lê di serdema rejîma berê de hatibû berevajîkirin."

Sîvart Selûm sîstema hevbeşiyê wek çareseriya herî guncaw a ji bo afirandina îstiqrarê li herêmê nirxandin û wiha dom da axaftina xwe: "Bêyî lêkolîn û nîqaşên giştî bi tevahî pêkhateyên herêmî re em nikarin qedera Sûriyeyê diyar bikin. Ji bo pêdiviya qonaxê jî, divê tevahî alî beşdarî nivisandina destûrê û avakirina saziyên leşkerî, aborî û civakî werin kirin. Beşdariya hemû aliyan çareseriya yekane ye. Em dixwazin bi yên din re bin, ne ku bêyî yên din bin."

‘DIVÊ SÛRIYEYÎ DI AVAKIRINA WELAT DE CIH BIGIRIN’

Rêveberê Giştî yê Partiya Neteweyî Civakî ya Sûriyeyî şaxê Helebê Fadî Îsmaîl bal kişand ser beşdariya tevahî aliyên sûriyeyî di avakirina Sûriyeya nû de û got: "Piştî ew qas alozî, bêyî beşdariya tevahî Sûriyeyan ne mumkin e em karibin Sûriyeyeke bi awayekî durist ava bikin. Divê di radeya yekemîn de nêrînên hemû aliyan were girtin û divê tevahî sûriyeyî beşdarî avakirinê bibin. Sûriyeyî pêkhateyên çandî, siyasî, xwediyên bîrdozî ne û di hem qadên civaka Sûriyeyê de xwedî pisporên akademîk in. Lewra divê rola wan di avakirina sûriyeyeke ya pirrengiya siyasî û civakî de hebe. Divê em taîfiyetperastî û neteweperestî ji holê rabin."

‘DIVÊ SÛRIYE LAYÎQÎ TEVAHÎ SÛRIYEYIYAN BE’

Fadî Îsamîl hişyarî da ku divê şaşiyên rejîma berê neyên dubarekirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Tişta ku em hêvî dikin jinûve avakirina destûreke modern e. Divê em li destûra 2012’an vegerin û xeletiyên tê de sererast bikin. Divê pergala serokatiyê parlamento be da ku mîna berê ji aliyê serokkomar ve neyê bikaranîn ji ber ku serokkomar xwediyê hemû rayeyan e. Divê hemû pêkhate cihê xwe tê de birin. Hilbijartina parlamento divê li gorî pisporiyan be, divê ne li gorî şeklê berê yê nûnertiya eşîran û endamên parlamentoyê dikir.  Divê em mijar di hêvîkirinê de sînordar nemîne, lê divê xebateke cidî were kirin da ku Sûriyeyek were avakirin ku layiqê tevahî sûriyeyan be."

’JI BO AVAKIRINA BAWERIYÊ DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN’

Endazyar Basil Qes Nesrellah jî bal kişand ser analîzên Rêber Abdullah Ocalan û got: "Divê em bizanibin çawa bingehan deynin. Min piraniya pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan xwendine û nûçeyên der barî wê de dişopînin. Rêber Abdullah Ocalan banga cudexwaziyê nake, lê banga xizmeta civakê dike, ev jî ji bo tevahî pêkhateyan tiştekî xwezayî ye.”

Basil Qes Nesrellah ezmûnên berê jî bi bîr xistin û ev nirxandin kir: "Pirsgirêka me heye, ew jî şewitandin e; Sûriye bi giştî dişewite. Divê destpêkê bi du rêbazên edaletê; edaleta taîfî û edaleta veguhêz vemirînin, ji ber ku hin dil hene tijî nîjadperestî ne. Ev rê dê me ber bi edaleta tolhildanê bibin."

Nesrellah bal kişand ser rola baweriyê di rizgarkirina Sûriyeyê û ev tişt diyar kir: "Divê em baweriyê ava bikin. Bawerî bi rêya diyalogan çêdibe û armanc jê ew e ku em hev din fêm bikin, piştî baweriyê wê her tişt çareser bibe.”

‘BI DIYALOGAN EM LI HEV BIKIN’

Akademîsyen, çalakvanê sivîl û civakî Kinan Seman jî tekez kir ku di avakirina Sûriyeyeke nû de diyalog û rêbazên aştiyane ji şer çêtir in û got: "Divê em sûriyeyî bêyî ferq û cudahiya xwe, diyalogê bikin, da ku em karibin Sûriyeyeke nû ava bikin."

Kînan Seman bal kişand ser girîngiya guhdarkirina nêrînan û got: "Divê em lidarxistina komxebatan dewam bikin, ji ber ku gelek alî hene, nêrînên cuda derkevin, gelek alî hene armancên aliyên din nizanin, lew ra komxebat dikarin nêrînan zelal bikin, nêzî hev bike û di encamê de girêka di nava civakê de veke da ku pêkhate hevdin qebûl bikin û hişmendiyên hev binasin."

‘REDKIRINA DIYALOGAN DÊ ME BIXE NAVA ALOZIYEKE NÛ’

Der barê pêdiviyên qonaxê de Kînan Seman ev nirxandin kir: "Divê Sûriyeya nû nûnertiya hemû pêkhateyan bike. Nabe pêkhateyek li ser hesabê pêkhateyeke din bê dûrxistin. Ji ber vê yekê divê em li ser dîzaynkirina nasnameyeke sûriyeyî ya berfireh bixebitin ku çandan bigihîne hev û nasnameyê bike yek. Ev jî hewl, hişyarî û vekirîbûnê dixwaze.”

Kînan Seman got: "Lidarxistina civîn û komxbatan ji bo naskirin û zelalkirina nêrînan gelekî girîng in. Divê her kes di bin banê welatê xwe de aliyê beramberî xwe bipejirîne û şeklê herêmê û welatê xwe ji nû ve ava bike. Eger em li hundir nikaribin bi awayekî zelal û saxlem li ser vê yekê biaxivin û lihev bikin em ê bikin nav alozî, şer û bêwelatîbûnê, lewre a baştir em bi hev re bidin û bistînin."

(bb)

ANHA