ˋLi hember têkbirina aramiyê, em herêmên xwe diparêzinˊ

Şêniyên kantona Tebqayê ji bo ku bajarê xwe biparêzin û piştgiriya QSD`ê bikin, xwe di nava HPC`ê de bi rêxistin dikin.

ˋLi hember têkbirina aramiyê, em herêmên xwe diparêzinˊ
12 ÇILE, 2025   03:05
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in û armanca ji êrişan ewlehiya herêmê were têkbirin. 

Şêniyên herêmê li hember van êrişan tedbîrên xwe digirin û xwe di nava HPCˋê de tabûrên xwe ava dikin û xwe bi rêxistin dikin. Şênî van tedbîran li hember êrişên şaneyên çeteyên DAIŞˋê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker digirin. Bi vê yekê şênî piştgiriya xwe ji QSDˋê re nîşan din.

Ji bo bersivdana banga tevlêbûna seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û QSDˋê li piranî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava HPCˋê de tabûr hatin avakirin.

Rêvebera HPC`ê ya kantona Tebqayê Emîne Ebdurezaq got: "Em baş dizanin ku dewleta Tirk a dagirker çi dixwaze ji herêmên me. Lewma ji bo parastina bajaran û ji bo ku piştevaniya QSD`ê bikin, em civakê bi rêixstin dikin."

Emîne wiha domand: "Hin şaneyên çeteyan xwestin ewlehiya li herêmê têk bibin. Lê me nehişt û me ewlehiya herêmên xwe parast."

Emîne diyar kir ku ew bi QSD`ê re ne û dê li hember hewldanên tevliheviyê û fitneyê li ber xwe bidin.

Endama HPC`ê ya kantona Tebqayê Alaa Silêman jî got: "Em hewl didin jinên li herêmê bi rêxistin bikin. Em dewreyên fikrî, tenduristî û perwerdeya çekan didin jinan. Em agahiyên der barê tu hewldanên têkbirina ewlehiyê herêmê didin hêzên ewlehiyê."

Endamê HPC`ê Macid El Ehmed jî wiha axivî: "Em hewl didin bi rêya perwerdeyên tenduristî, leşkerî û ewlehî hişmenî û hişyariyekê di nava gel de belav bikin, da ku gel ji bo parastina xwe û xaka xwe amade be. Gel eleqedariyeke mezin nîşanî van dewreyên perwerdê dike."

El Ehmed wiha domand: "QSD`ê li eniyên şer li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker şer dikin. Li ser vê esasê, divê em jî eniya hundirîn xurt bikin, ji bo ku piştgiriya wan bikin û hewldanên şaneyan têk bibin."

(şx/fr)

ANHA