Xelkê Kobanê bi coşeke mezin nobedarên Tişrînê pêşwaz kirin

Piştî 4 rojan ji nobedariya li ser Bendava Tişrînê xelkê Kobanê nobedarî dewrî xelkê kantona Cizîrê kir û vegerî Kobanê.

Xelkê Kobanê bi coşeke mezin nobedarên Tişrînê pêşwaz kirin
Xelkê Kobanê bi coşeke mezin nobedarên Tişrînê pêşwaz kirin
11 ÇILE, 2025   21:57
KOBANÊ

Bi hezaran gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrîn û bi armanca nîşandana dijberiya xwe li hember şer di 8ˋê Çileyê de berê xwe da bendavê. Beriya bendavê dewleta Tirk a dagirker karwana wesayîtên gel bombebaran kir, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Îro û piştî 4 rojan ji nobedariyê, xelkê Kobanê nobedarî dewrî xelkê Cizîrê kir û vegerî bajêra xwe. Gelê Kobanê nobedar bi coçeke mezin, bi tilîlî û diruşmên "Bijî berxwedana QSDˋê û berxwedana Kobanê" xelkê bajêr ê ji nobedariya li ser bendavê vedigerîn, pêşwaz kir.

Nûçegihanên ajansa me dîmen û fotoyên coşa pêşwazîkirina nobedaran ji hêla xelkê Kobanê ve kişandin.

(fr)