ˋKobanê wê vê carê jî çeteyan têk bibeˊ

Şêniyên bajarê Kobanê êrişên dijminane yên li ser Rojava, dorpêçkirina Kobanê şermezar kirin û got: "Kobanê wê vê carê jî çeteyên têk bibe."

ˋKobanê wê vê carê jî çeteyan têk bibeˊ
30 ÇILE, 2026   16:45
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Welatiyên Kobanê têkildarî dorpêç, êriş û nebûna madeyên jiyanê yên sereke zehmetiyên dijîn anîn ziman û got ew tu carê dev ji axa xwe bernadin.

Basil Seyîd Elî diyar kir ku ew tu carî dev ji axa xwe bernadin û got: "Em wek gelê Kurd, me berê jî gotiye`yan mirin an mayîn` tu carî em dev ji welatê xwe bernadin. Ji ber ku ev axa me ye, cihê dijmin di nava me de tune ye. Divê em yekdest bin, biratiya Kurdan xurt bike û çeteyan ji axa xwe derxin."

`ÊDÎ DEM DEMA SERKEFTINA KURDAN E`

Basil anî ziman ku heta dilopek xwîn di canê wan de hebe ew ê li ber xwe bidin û axa xwe ji dijmin biparêzin û anî ziman ku: "Divê hemû Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê rabin ser pêyan, daxwaza mafê xwe bikin. Ji ber ku dem dema serkeftina Kurdan e."

Adil Hemo jî destnîşan kir ku ev ne çara yekemîn e ku gelê Kobanê li dijî dijmin berxwedana bêhempa dide meşandin. Hemo da zanîn ku: "Çawa ku di 2014`an de gelê Kobanê dijmin di Kobanê têk çû, em ê heya dijmin têk diçe û mafên xwe bi dest dixin berxwedanê bikin."

`TESLÎMKARÎ KARÊ DIJMIN E `

Ehmed Îso diyar kir ku çi dibe bila bibe, ew dest ji axa Kobanê bernadin û got: "Em ê bi hemû hêz û baweriya xwe dijmin têk bibin û serkeftin wê her tim a me be. Em tu carî teslîm nabin, teslîmkarî ya dijmin."

(fr)

ANHA