ˋHeya dagirkerî berdewam e vegera ewle nîn eˊ

Komek jinên ku ji bajarê Efrînê bi darê zorê koçber bûne banga derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji mal û herêmê bi giştî kir û got, "Heya dagirkerî berdewam e vegera ewle nîn e."

ˋHeya dagirkerî berdewam e vegera ewle nîn eˊ
6 mijdar, 2025   02:35
REQA
DÎMA MIHEMEDD

Zehmetiyên jinên koçber ên bi darê zorê ji Efrînê ji ber dagirkeriya Tirk û sûcên wê derketine dewam dikin. Jinên koçber bi hatina zivistanê re rûbirûyî rewşên jiyanê yên zehemet in û hêvî kir ku piştî derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Efrînê vegera ewle pêkan e.

Ji koçberên Efrînê Ferîda Xelîl a 35 salî ku niha li dibistana El Hesen Ibin El Heysem a Reqayê bi cih bûye got, "Bi hatina zivistanî re û ji ber nebûna pêdiviyên sereke, rewşa wan a jiyanî di hundirê dibistanê de gelek zehmet dibe. Lê disa jî ew ji bilî vegera ewle li malên xwe yên Efrînê tiştekî naxwazin."

Ferîda daxwaz kir ku beriya vegerê divê ewlehî bi temamî bê peydakirin û were misogerkirin ku sivîl rûbirûyî tu xeteriyan nebin û diyar kir ku "Ji bo ew karibin vegerin Efrînê jî divê herêm ji metirsiyan vala be, hemû pediviyên jiyanî werin peydakirin, parastina jinan û zarokan li hember gefan were misogerkirin. Jin, mêr û zarokên Efrînê dixwazin bi awayekî ewle vegerin malên xwe."

Li aliyekî din jî Selwa Ehmed El Hacî jî got daxwaza wan a bingehîn vegera li xakê ye û diyar kir ku "Em bang li hemû rêxistinan dikin ku ji bo vegera li Efrînê destwerdanê bikin. Em xak û malên xwe dixwazin. Em dixwazin li Efrînê bi aştî bijîn. Em bi pir bi axê ve girêdayî ne."

Koçberiya bi darê zorê ji bo şêniyên Efrînê ne cara yekê ye, zehmetiyên wan ji sala 2018'an ve dest pê kirin, dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî bajarê Efrînê kir, wê demê koçberiya komî ber bi deverên Şehbayê ve dest pê kir.

Lê ev koçberî, dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Til Rifet û Şehbayê kir, di destpêka Kanûna 2024ˊan de dîsa dest pê kir. Bi êrişan re zêdetirî 100 hezar kesî mecbûr bûn ku careke din koçber bibin û vê carê berê xwe da kantonên Reqa, Tebqa, Firat û Cizîrê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Koçbera Efrînî ya bi navê Emîne El Hesen diyar kir ku ew destpêkê koçberî Şehbayê bû û paşê jî Reqayê û got: "Em jinên ji Efrînê daxwaza vegera ewle dikin, lê niha bi hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vegera ne ewle ye, divê ew ji mal û axa me derkevin, da ku em vegerin."

Emîne El Hesen bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: ''Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku, ji bo çareseriyeke rasteqîn ku em bikaribin bi awayekî ewle vegerin warên xwe, destwerdanê bikin."

(ac/fr)

ANHA