ˋHeke Tenê nukleer be Îran dikare bi DYAˊyê re li hev bikeˊ

DYA û Îran 3ˊyemîn Civîna Nukleerî li Cinêvê pêk anîn. Şêwirmendê payebilind ê Îranê Elî Şamşanî piştî hevdîtinê daxuyanî da û got: “Heke tenê nukleer û dewlemendkirina uranyumê be Îran dikare pir bi hêsanî peymanekê çêbike.

ˋHeke Tenê nukleer be Îran dikare bi DYAˊyê re li hev bikeˊ
26 sibat, 2026   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansên 3ˊyemîn Civînên Nukleerî ya nerasterast a di navbear Amerîka û Îranê de li Cinêvê dişopînin diyar kirin ku civîn bi dawî bû. Ajansa APˊê dîmenên dawîbûna civînê parve kirin. Hat gotin ku civîna Îran û Amerîkayê bi saetan dom kir.

TENÊ NUKLEER BE ÎRAN DIKARE LI HEV BIKE

Yek ji şêwirmendên payebilind ên Îranê Elî Şamxanî îro di ajansa Îranê ya İrnayê de diyar kir ku Rêberê wan ê olî pêşniyar kir ku hedefeke diyarkirî hebe Îran dikare tavilê bigihîje peymanekê ya bi Amerîkayê re. Nûnerê Îranê hedefa diyarkirî jî bi van gotinan pênase kir: Heke bi tenê li ser nukleerê û dewlemendnikirina uranyumê be, Îran dikare pir hîsan bi Amerîkayê re peymanekê çêke.

HEVDÎTIN WÊ BIDOMIN

Wezareta Karên Derve ya Ummanê îro di ser hesaba xwe ya platforma Xê peyamek parve kir û wiha got: “Me pêşniyarên Îranê yên li ser nukleerê di danûstandinên 3emîn yên Nukleerê yên li Cenevreyê pêşkêşî nûnerên taybet ên Amerîkayê Steve Witkoff û Jared Kushner kir.” Hat gotin ku hevdîtin dê bidomin.

DERBARÊ HEVDÎTINA DE

Îran û DYAˊyê bi navbeynkariya Ummanê civîna ewil li Ummanê û civîna 2emin jî li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê pek anî. Civîna Nukleerî yên nerasterast ya 3emîn jî li Cenevreyê pêk hat.