ˋDi êrişa Îsraîlê li Xezayê de dîlgirtiyek hat kuştinˊ

Baskê leşkerê yê Tevgera Hemasê ragihand ku di êrişa Îsraîlê li bakurê Xezayê de dîlgirtiyeke Îsraîlî hat kuştin û dîlgirtiya din jî piştî kuştina hevala xwe rûbirûyî xeteriyê ye.

ˋDi êrişa Îsraîlê li Xezayê de dîlgirtiyek hat kuştinˊ
23 mijdar, 2024   20:47
NAVNEDA NÛÇEYAN

Berdevkê Tûgayên Qesam ên baskê leşkerî yê Hemasê Ebû Ubeyde ragihand ku di êrişa Îsraîlê li bakurê Xezayê de dîlgirtiyeke Îsraîlî hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê der barê vê yekê de tu daxuyanî nedane.

Ebû Ubeyde li ser Telegramê got, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, hikumet û fermandarên artêşa wî berpirsê jiyana dîlgirtiyên xwe ne û ew di kuştina wan de bi israr in.

Ebû Ubeyde diyar kir ku dîlgirtiya din, piştî kuştina hevala xwe li bakurê Xezayê, rûbirûyî xeteriyê ye.

(fr)