Walîtiya Amedê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qedexe kir

Walîtiya dewleta Tirk a dagirker a li Amedê biryareke skandal da û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” qedexe kir.

Walîtiya Amedê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qedexe kir
23 mijdar, 2024   21:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Walîtiya Amedê biryareke skandal da. Polîsên Şaxa Ewlehiyê ya girêdayî Midûriyeta Ewlehiyê ya Amedê, berî ku çalakiya bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad -TJA’yê were lidarxistin, jinan re bi awayek devkî da zanîn ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hatiye qedexekirin.

Hat îdîakirin ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” “propagandaya rêxistinê” ye. Ji xeynî ragihandinekî devkî der barê mijarê de tu belgeyeke fermî nehat pêşkêşkirin û di malpera fermî ya walîtiyê de jî der barê qedexekirinê de tu biryar cih nagire.

Dema ku jinan di çalakiya xwe de dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin, polîsan bi gotina “termînolojiya rêxistinê” hewl da jinan asteng bikin.