ˋDê gel destanên lehengî û berxwedanê binivîsinˊ

Beşdarên berxwedana Bendava Tişrînê diyar kir ku wan êrişên dewleta Tirk a dagirker û hovîtiya wê şikandin û dê gelên berxwedêr destanên lehengî û berxwedanê binivîsin.

ˋDê gel destanên lehengî û berxwedanê binivîsinˊ
8 ÇILE, 2026   05:50
EYN ÎSA

Di salvegera yekemîn a berxwedana Bendava Tişrînê de, xelkê Eyn Îsayê yê beşdarî berxwedana li bendavê bûne, diyar kir ku bûyer veguherî sembola berxwedana gel a rûbirbûna hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û serkeftina gel ku di aliyên hundirîn û navneteweyî de mohra xwe lê da.

Ji beşdarên berxwedana Bendava Tişrînê Sebrî Mistefa ku di êrişeke artêşa dewleta Tirk a dagirker a li ser bendavê de birîndar bûbû, diyar kir: "Salek di ser berxwedana gelan a li Bendava Tişrînê re derbas bû. Me ji cîhanê re îsbat kir ku em gelên zindî ne, li ser zodariyê ranazin û serî li hember êrişên bêserûber ên dewleta Tirk ku gelek çaran hewl da hêmanên jiyanê têk bibe, natewînin."

Mistefa da zanîn ku li hember îsrara dagirkeriyê ya êrişên dijwar ev berxwedan hat raberkirin û da zanîn: "Li hember vê hovîtiyê rayeke din a gelên me hebû, ku berê xwe bide xeteriyê û rûbirûyî dagirkeriyê be. Ew biryareke cidî û wêrek bû. Vîna gelê me bi berxwedana efsanewî êrişên dagirkeriyê rawestandin û striya wê şikand."

Mistefa kêliya birîndarbûna xwe vegot: "Me ji bo parastinê berê xwe da Bendava Tişrînê, lê dagirkeriyê bi awayekî hovane û rasterast em hedef girtin, di encamê de şehîd û birîndar çêbûn û ez jî di lingê xwe de birîndar bûm."

Mistefa anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derseke tew nayê jibîrkirin wergirtin û got: "Vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nayê şikandin û ji çekên wan bihêztir e."

Li aliyekî din jî Ezîze Mirîî ya ku beşdarî berxwedana gel a li ser bendavê bûye bal kişand ser rola jinan di berxwedanê de û diyar kir: "Şehîda yekem a Berxwedana Bendava Tişrînê jin bû. Ev ji bo tevahî jinên herêmê serbilindiyek e."

Ezîze da zanîn ku komên berê xwe didan Bendava Tirşînê bi armanca parastina bendavê û piştgiriyê hêzên parêzvan bûn, di dawiyê de hişmendî û vîna gelan bi ser ket.

Zeyneb Xelîl jî ew roj bi bîr xistin û diyar kir: "Xwarinên ku gel ji berxwedêran re çêdikirin, bi destpêşxerêya dayik û jinan bûn. Ew destpêşxerî semboleke kûr û piştgiriya germ bû zarokên wan."

Zeyneb diyar kir ku wê berxwedana Bendava Tirşînê bi bîra wan neqişandî bimîne, wan dersek da dagirkeriyê ku tew ji bîr nakin û got: "Gelê me yê berxwedêr îsbat kir ku dê nivîsandina destanên lehengî û berxwedanê bidomînin."

Piştî hilweşîna rejîma Baasê di dawiya 2024ˊan de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên dijwar li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet Bendava Tişrînê pêk anîn.

Di 8ˊê Çileya 2025ˊan de gelên herêmê xwe bi rêxistin kir, kom bi kom berê xwe da parastina Bendava Tişrînê li hember hovîtiya dagirkeran.

(fr)

ANHA