ˊÊrişên Tirkiyeyê berdewama hewldanên têkbirina projeya Rêveberiya Xweser inˊ

Endamên Medclisa Idliba Kesk a di Partiya Sûriya Pêşerojê de destnîşna kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya hewldanên wê yên têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û zindîkirina DAIŞ'ê de ne.

ˊÊrişên Tirkiyeyê berdewama hewldanên têkbirina projeya Rêveberiya Xweser inˊ
20 ÇILE, 2024   04:35
REQA
MIHEMED XELÎL

Endamên Meclisa Idliba Kesk a di Partiya Sûriyeya Pêşerojê de ji ajansa me re der barê êrişên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û armanca wan, tevgera şaneyên DAIŞ'ê û êrişa li dijî girtîgehê de ku tê de 5 hezar çeteyên biyanî girtî ne, axivîn.

Ji şeva înê-şemiyê ve li dijî deverên cuda yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên hewayî û bejayî yên giran hatin pêkanîn. Di 3 rojan de 80 cih hatin hedefgirtin, ji wan binesazî, saziyên xizmetguzariyê û saziyên aborî. Di encamê de 7 welatî birîndar bûn û stasyona berhemdayîna kehrebeyê ya tekane ya herêmê hat rûxandin.

Serokê Meclisa Idliba Kesk a di Partiya Sûriyeya Pêşerojê de Ebdurehman El Hesen destnîşan kir ku armanc ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê têkbirina hevgirtina niştîmanî ya Sûriyeyî ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, her wiha valakirina herêmê bi rêya hedefgirtina binesaziyê û çavkaniyên jiyanê ye.

El Hesen wiha domand: "Êrişên dawîn li dijî herêmê û êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê ku tê de 5 hezar girtiyên DAIŞ'ê hene jî berdewama siyaseta Tirkiyeyê ya dijberiya gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Ji ber ku ev gel pergaleke rêveberî, siyasî û leşkerî ava kir û ew pergal bû nimûneya çareseriya krîzê."

Endamê Meclisa Idliba Kesk a di Partiya Sûriyeya Pêşerojê de Husam Ebdulhenan der barê geşedanên dawîn de wiha axivî: "Êrişên li dijî herêmê çavnebariya Tirkiyeyê ya dagirkirina xaka Sûriyeyê û hewldanên wê yên têkbirina tecrûbeya demokratîk a gelê Sûriyeyê eşkere kirin."

Ebdulhenan diyar kir ku gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dev ji helwesta xwe ya çareserkirina krîzê bi rêyên siyasî dûrî rêyên leşkerî bernedaye û êriş nikarin wan ji armanca wan û projeya Rêveberiya Xweser bi dûr bixin.

Cîgirê sekreteriya giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ehmed El Sultan teqezî bi girîngiya girtina qada hewayî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da, da ku zehmetiyên welatî ji ber krîzê dikişînin sivik bin û rê li ber zindîkirina DAIŞˊê bê girtin.

(mh)

ANHA