ˈAmadekariyên Îsraîlê yên êrişê temam bûneˈ

Rojnameya Yedioth Ahronoth ku agahiyên xwe ji çavkaniyên agahdar wergirtiye ragihand ku Îsraîlê amadekariyên pêkanîna êrişê li dijî Îranê bi dawî kirine û diyar kir ku wê êriş giran be.

ˈAmadekariyên Îsraîlê yên êrişê temam bûneˈ
20 cotmeh, 2024   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Yedioth Ahronoth ku agahî ji çavkaniyên agahdar wergirtiye, hemû amadekariyên Îsraîlê yên pêkanîna êrişê li dijî Îranê temam bûne.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku hikumeta Îsraîlê ya bi serokatiya Benjamin Netanyahu wê îro (Yekşem) êrişa ser Îranê, berdewamiya şerê li Lubnanê û belavkirina alîkariyan li Xezayê gotûbêj bike.

Çavkaniyan her wiha destnîşan kir ku Îsraîlê difkire ku Îranê jî bersiv bide, lew ra amadekariyên bersiva muhtemel jî kirine.

(bb)