Muqawema Îslamî ya Iraqê êrişî  Îsraîlê kir

Koma Muqawema Îslamî ya Iraqê ragihand ku bi droneke ˈdevereke aktifˈ li Colanê kiriye armanc.

Muqawema Îslamî ya Iraqê êrişî  Îsraîlê kir
20 cotmeh, 2024   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Muqawema Îslamî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê berbanga îro devereke ˈakîfˈ li Colanê ya di bin dagirkeriya Îsraîlê de kir armanc.

Muqawema Îslamî ragihand ku wê bi balafireke bê mirov a bi çek ˈdevera aktîfˈ kir hedef û êriş wekî piştgiriya gelê Filistîn û Lubnanê nîşan da.

Artêşa Îsraîlê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyekê de ev agahî da "Navbera saet di 04.21 û 04.22ˈan de dengê zingilên hişyariyê li herêma Merûm a Colanê hat bihîstin. Piştre êrişeke hewayî ji aliyê rojhilat ve li ser erdê Îsraîlê hat kirin. Hedefe li herêmeke vala ket."

Di daxuyaniyê de hate gotin, birîndar çênebûne.

(bb)