Li Eyn Îsa û Girê Spî zêdetirî 30 hezar îmze hatin komkirin

PYD`ê şaxê navçeya Eyn Îsayê ragihand ku hemleya komkirina îmzeyan li navçeyê bi dawî bûye. Her wiha aşkera kir ku di hemleyê de zêdetirî 30 hezar îmze hatine komkirin.

Li Eyn Îsa û Girê Spî zêdetirî 30 hezar îmze hatin komkirin
30 March, 2024   14:14
EYN ÎSA

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Eyn Îsayê ya kantona Firatê têkildarî hemleya komkirina îmzeyan daxuyaniyek da. Hevserokê partiyê yê şaxê Girê Spî Sabrî Nebo daxuyanî xwend. Bi dehan şêniyên navçeyê û endamên saziyên Meclisa Girê Spî tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate ragihand ku li gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê û gundewarên wê 30 hezar û 883 îmze hatine komkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tenê bi rêya azadiya Rêber Abdullah Ocalan doza Kurd û doza gelên bindest çareser dibe û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin, ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin.

(şx)

ANHA