Komeke nû ya dîlgirtiyan hat berdan

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê îro komeke nû ya dîlgirtiyên QSDˊê berda. Nûçegihanê me gihandina 2 dîlgirtiyên hatine berdan bo bajarê Qamişloyê şopand.

Komeke nû ya dîlgirtiyan hat berdan
Komeke nû ya dîlgirtiyan hat berdan
Komeke nû ya dîlgirtiyan hat berdan
Komeke nû ya dîlgirtiyan hat berdan
Komeke nû ya dîlgirtiyan hat berdan
Komeke nû ya dîlgirtiyan hat berdan
Komeke nû ya dîlgirtiyan hat berdan
Komeke nû ya dîlgirtiyan hat berdan
Komeke nû ya dîlgirtiyan hat berdan
26 hezîran, 2026   20:23
QAMIŞLO

Duh, komek nû ya dîlgirtiyên ku di destê hikumeta demkî ya Sûriyeyê de bûn hatin berdan. Îro jî, (26 Hezîran) ji wê komê 2 dîlgirtî bi navên Diyar Hisên Mehmûd û Hesen Newaf gihîştin bajarê Qamişloyê.n

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29ˊê Çileyê, bi taybet spîkirina girtîgehan di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, ev koma nû hate berdan.

Koma yekemîn a dîlgirtiyan di 10ˊê Adara 2026ˊan de, koma duyemîn di 19ˊê Adarê de, koma sêyemîn di 11ˊê Nîsanê de, koma çaremîn di 8ˊê Gulanê de û koma pêncemîn di 25ˊê Gulanê de hatin berdan, 01ˊê Hezîranê jî 28 şervanên YPJˊê yên dîl hatin berdan, duh jî komek din hat berdan.

(fr)