ˋJêdera êrişên taxên Cemiliyê û Razî komên hikumet yeˊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb di daxuyaniyekê de diyar kir ku, li gorî cihê êrişê û berê avêtinê, jêdera êrişên li ser taxên Cemîliyê û Razî komêngirêdayî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi xwe bûn.

ˋJêdera êrişên taxên Cemiliyê û Razî komên hikumet yeˊ
23 kanûn, 2025   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb bi daxuyaniyekê diyar kir ku çavkaniya avêtin taxên Cemîliyê û Razî komên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bû.

"Hêzên me îsbat kir ku jêdera êrişên li dijî taxên Cemîliyê û Razî komên hikumeta Şamê bi xwe ne.

Rastiyên meydanî yên aşkerayî û bê guman, diyar dikin ku komên hikumeta Şamê aliyên ku avahiya niştecihan a li taxa Cemîliyê yê Helebê topbaran kirine, ye. Ew yek jî li gorî cihê hedefê û aliyê ji hatiye avêtin e.

Hat îsbatkirin ku jêdera topbaranê ji nuqteyên girêdayî wan koman ên ku li herêma Dadgeha Leşkerî bi cih bûne. Cihê topbavêjan hat îsbatkirin ku li gel "Mulheqa Hasûb" a ku li Helebê tê naskirin e. Goşe û rû yan jî berê avahiya hatiye hedefgirtin ne li hember herêmên Şêxmqsûdê ye, lê li hember herêma zanîngehê û Raşidîn e, ku di bin kontrola hikumeta Şamê de ne. Ev delîl hewla girêdana topbaranê bi wan herêman ve li gorî mentiqê leşkerî û meydanî red dike.

Weşana zindî ya kanaleke ragihandinê kêliya avêtina topê belge dike, piştî avêtina topê bi saniyekê dengê ketinê hat bihîstin. Ev ferqa demê jêdera topbaranê ku ne zêdetirî 400 metre ji armancê ye, destnîşan dike, anku topavêj li "Mulheqa Hasûb" a girêdayê komên Şamê hatiye bicihkirin.

Têkildarî êrişa li ser kolana Nexweşxaneya Razî, li gorî rû û cihê ketinê heman deta diyar dikin ku top ji nuqteyên girêdayî polîsên leşkerî hatine avêtin û li gorî nuqteyên bicihbûna wan a li hundirê bajêr e.

Ev îsbatên meydanî yên wekhev bi awayekî rasterast komên hikumeta Şamê şermezar dikin û hewlên wan ên berovajîkirina rastiyan û tawanbarkirina hêzên aşkera dikin, ku ew ji berpirsiyariyê direvin.

Di dîmenan de bi awayekî aşkerayî topbarankirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi tank û topavêjan ji aliyê komên girêdayî hikumeta Şamê ve belge dikin, ku di encamê de jinek şehîd bû, 19 sivîl birîndar bûn û gelek mal wêran bûn.

(fr)