Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Divê komên êrişkar hesab bidin

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku êrişa duh a komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser her du taxan "berê hatibû plankirin" û got divê komên êrişkar hesab bidin.

Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê: Divê komên êrişkar hesab bidin
23 kanûn, 2025   17:07
HELEB

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî êrişa duh a komên girêdayî Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, daxuyanî da.

Endamê rêveber ê meclisê Mistefa Mihemed li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişa li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benîzêd berdewama êrişa 6ˊê Cotmehê û dorpêça ji 25'ê Îlonê ve bû.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êriş berê plankirî û amadekirî bû, berî wê kehrebe û înternet hat qutkirin, hêzên "Ewlekariya Giştî" ji rêbendên kontrolê yên hevbeş vekişîn. Vekişandina hêzên hikumetê ji ser bendan di dîmenan de hatiye belgekirin. Ev êriş hemwextî serdana şandeya Tirkiyeyê ji Şamê re pêk hat, armanca wan ew bû ku peymana 10ˊê Adarê têk bibin û biryara Sûriyeyiyan zeft bikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrişê tevahî cureyên çekên giran û navîn ji tank û obîsan hatin bikaranîn. Ev hemû çek li dijî gelê sivîlan bi awayekî bêserûber dihatin bikaranîn. Di encamê de jinek şehîd bûn û 19 kes jî birîndar bûn.

Meclisê di berdewama daxuyaniyê de got ku ew pabendî peymanên hatine îmzekirin in û dev ji parastina şêniyên herdu taxan û têkbirina hewldanên şikandina îradeya wan bernadin û bang li civata navneteweyî û hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku azadî û rûmeta mirovan biparêzin.

Di daxuyaniyê de hikumeta veguhêz, bi taybetî parêzgerê Helebê li hemberî êrişan û dorpêça li ser taxan wekî berpirs hat dîtin û hat gotin divê komên êrişkar hesab bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de ew bi jiyana hevbeş a bi salane bawer in û bang dikin ku li hember van êrişên bi armanca derxistina fitneyan bisekinin.

(mh/fr)

ANHA