ˋÊrişên li dijî taxên Helebê binpêkirina peymanên îmzekirî yeˊ

Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku berdewama rageşiya leşkerî li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê binpêkirina peymanan e û hişyarî li ser hedefgirtina welatiyan da.

ˋÊrişên li dijî taxên Helebê binpêkirina peymanên îmzekirî yeˊ
8 ÇILE, 2026   22:53
QAMIŞLO

Berdevkê Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elaedîn El Ubeyd diyar kir ku ji 3 rojan ve taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi çekên giran tên hedefgirtin.

El Ubeyd da zanîn ku êriş bi tevahî çekên giran tên kirin, ev jî binpêkirina peymana 10ˊê Adarê û 1ˊê Nîsanê ye.

El Ubeyd îdiayên hikumeta demkî rexne kirin û diyar kir ku îdiayên hebûna QSDˊê li wan taxan xwe naspêrin tu rewşeke meydanî.

El Ubeyd anî ziman ku Rêveberiya Xweser bi rêya danûstandinê ya bi hikumeta demkî re û biryardariya serxistina rewşa aştiyê ve girêdayî ye û got: "Peymana 10ˊê Adarê dikare ji bo çareseriya li Heleb û Sûriyeyê bi giştî bibe nexşeya çareseriyê." El Ubeyd hişyarî ji zêdebûna xîtaba kîndariyê û tehrîdkirinê da.

Di berdewama axaftina xwe de El Ubeyd anî ziman ku taîfe û pirrengiya li Sûriyeyê temsîla dewlemendî û hêzê dikin û got Rêveberiya Xweser tevahî şêweyên mezhebperetiyê û parçebûnê red dike, lê tiştê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rû dide rewşa parçebûnê di nava pêkhateyên Sûriyeyê de geş dike.

Li ser paşxaneya rageşiyê, El Ubeyd diyar kir ku di mehên borî de komên çete yên hikumeta demkî dorpêçek giran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiribûn, piştre sivîl, mal û milkên wan bi dronan hedef girtin, bi wê re şehîd û birîndar çêbûn.

El Ubeyd destnîşan kir ku bi rageşiyê re 3 firqeyên leşkerî; Firqeyên 62 û 76, çeteyên Emşat û Hemzat û çekdarên "Heyet Tehrîr El Şam" sewqî derdora taxên Helebê kirin, çekên giran, mûşek û topavêj anîn. Ev tevger nîşaneya zêdekirina êrişan û hewldana valakirina wan taxan didin.

Elaedîn El Ubeyd hişyarî li ser berdewama êriş û hedefgirtina welatiyan da û ji bo parastina şêniyan û yekitiya xaka Sûriyeyê bang kir ku tavilê êriş werin rawestandin.

(fr)