Gelê Çilaxayê: Em bi berxwedana gelê taxên Helebê re ne

Xelkê bajarê Çilaxa êrişên berdewam ên li dijî taxên Helebê yên ji hêla komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de şermezar kirin û hevgirtina xwe bi gelê wan taxan re nîşan da.

Gelê Çilaxayê: Em bi berxwedana gelê taxên Helebê re ne
9 ÇILE, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Gelê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê êrişên berdewam ên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê yên ji hêla komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de, bi tundî şermezar kirin.

Kawa Omer êriş şermezar kirin û diyar kir ku êrişên li ser taxên niştecihan sûcekî dermirovî ye. Omer anî ziman ku êrişên hikumeta demkî bi piştgiriya çeteyên "Emşat” û “Hemzat" ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û yên di lîsteya terora navneteweyî de ne di çarçoveya tehrdîkirina siyasî û leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Helebê ye, da ku şert û siyasetên xwe yên dikevin xizmeta dewleta Tirk a dagirker ferz bikin.

Omer destnîşan kir ku êrişên dubare yên li pey her hevdîtineke di navbera hikumeta demkî û dewleta Tirk de sûcekî dermirovî ye li pêç çavên civata navneteweyî û bêdengiya wê tê kirin. Omer da zanîn ku ev berxwedana parastina rûmet û ewlehiya tevahî xelkê herêmê dike û wê vîna gelê ku tu carî nayê şikandin li hember dijmin bi ser bikeve.

Muzefer Ziyab jî êriş şermezar kirin, hikumeta demkî û piştgirên wê berpirsa tevahî bandorên vê rageşiya xeternak dîtin û got armanca ji van êrişan berfirehkirina xeleka êrişê, têkbirina aramiya herêmê û vîna gelê dixwaze bi rûmet bijî. Ziyab pişgiriya xwe bi berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gel re nîşan da û diyar kir ku vîna gel bi êriş û dorpêçê nayê şikandin û gelê Çilaxa li kêlek gelê taxên Helebê ye.

Henan Şemo jî êriş komên çete yên hikumeta demkî ku di lîsteya cezayên navneteweyî de ne, şermezar kirin û diyar kir ku ev êrişên sîstematîk bi armanca şikandina vîn û berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye. Şemo ev pêkanînên ne dûrî siyasetên rejîma Baasˊê ne, lê li hember berxwedana gel têk çûn.

Şemo berxwedana gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb silav kir û diyar kir ku dê serkeftinên berê yên li hember sûcên hikumeta demkî dubare bibin.

(fr)

ANHA