ˋEm li pişta zarokên xwe ne û wê Kobanê bi ser bikeveˊ

Şêniyên bajarê Kobanê bi hemû derfet û rêbazan destekê didin şervanên eniyên şer ên Kobanê. Şêniyan teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê û têkbirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê da.

ˋEm li pişta zarokên xwe ne û wê Kobanê bi ser bikeveˊ
ˋEm li pişta zarokên xwe ne û wê Kobanê bi ser bikeveˊ
ˋEm li pişta zarokên xwe ne û wê Kobanê bi ser bikeveˊ
ˋEm li pişta zarokên xwe ne û wê Kobanê bi ser bikeveˊ
ˋEm li pişta zarokên xwe ne û wê Kobanê bi ser bikeveˊ
29 kanûn, 2024   20:11
KOBANÊ

Bi destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî bajarê Kobanê, pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê re, şênî xwedî li bangên seferberiyê yên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derketin. Hinekan çek rakir û berê xwe da eniyên şer, hinekan xwe di tax û gundan de ji bo parastinê xwe bi rêxistin kir û hinekan jî ji bo şervanên li eniyên şer xwarinê çêdikin.

Jinên taxa şehîd Moro ji bo çêkirina xwarinê û şandina ji şervanên eniyên şer re, li malekê civiyan.

Di dema amadekirina xwarinê de, jinan diyar kir ku ew piştgiriyê didin zarokên xwe yên li eniyên şer ku ji nêzî mehekê ve herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê diparêzin. Her wiha jinan got Kobanê kelha berxwedanê ye û nakeve destê dagirkeran.

Jinan aşkera kir ku ew bi hemû rêbazan çi bi çêkirina xwarinê yan jî xwerêxistinkirna di nava tabûrên biçûk de ku gund û taxên Kobanê biparêzin, di xeta duyemîn a eniyên şer de ne.

Jinan got çawa Kobanê di 2014ˋan de li dijî çeteyên DAIŞˋê bi ser ket dê careke din li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî bi ser bikeve.

(mh/fr)

ANHA