Li Qamişloyê jinek hat kuştin

Piştî danê nîvro, li bajarê Qamişloyê, bi destê xizmekî xwe jinek hat kuştin.

Li Qamişloyê jinek hat kuştin
29 kanûn, 2024   20:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihana me ji bajarê Qamişloyê dane, jina bi navê H. li taxa Qidûrbeg a Qamişloyê ji hêla xizmekî xwe ve hate kuştin.

Nûçegihan da zanîn ku bi 6 guleyan ew jin hatiye kuştin û kujer jî piştre xwe teslîmî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajêr kiriye.

(fr)