ˋEm ê rêya Bavê Welat bişopîninˊ

Parlamenterê Amedê û hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk diyar kir ku ew kêfxweşin ji ber ku ew li Kobanê ne û aliyê din jî em xemgînin ji bo şehadeta şehîd Salih Muslim xemgînin û wiha got; Em ê şopdarên rêya bavê welat bin.

ˋEm ê rêya Bavê Welat bişopîninˊ
15 adar, 2026   16:47
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Ji şandeya Bakurê Kurdistanê ya ku ji bo sersaxiyê bide malbata şehîd Salih Muslim derbasî Kobanê bûbû, Parlementerê Amedê û Hevberdevkê Înîsiyatîva Yekitiya Demokratîk Memet kamaç der barê hatina wan ji bo Kobanê û têkoşîna şehîd Salih Muslim de, ji ANHA`yê re axivî.

Memet kamaç anî ziman ku ew bi şanaz e ku îro li bajarê berxwedanê li Kobanê ye û wiha got: "Em şanaz im li ji ber ku em li Kobanê ne lê di aliyê din de jî em ji bo şehadeta şehîd Salih Muslim xemgîn in."

Memet kamaç diyar kir ku şehîd Salih Muslim ne tenê ji bo Rojava, lê bi giştî ji bo çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke bêhempa da meşandin û anî ziman ku: "Bavê Welat ji bo doza gelê Kurd her tim di nava têkoşîn û berxwedaneke bêhempa de bû û bê teredud têkoşîneke dikir û jiyana xwe hemû xist xizmetî doza gelê Kurd."

`EM Ê ŞOPDARÊN RÊYA BAVÊ WELAT BIN`

Memet Kamaç da zanîn ku ew ê îro tev li merasîma şehadeta şehîd Salih Muslim bûbû û wiha got: "Em ê ji îro şûn ve wezîfeya ku me dest pê kir bikin, ji ber ku êdî doza Salih Muslim li ser me ferz e. Em ê xwedî li mîrasa Bavê Welat derkevin û şopdarên doza gelê Kurd bin ên ku bavê Welat ji xwe re bingeh girtibû. Em ê ji bo serkeftina gelê Kurd û ji bo yeketiya gelê Kurd, her wiha ji bo statuya gelê Kurd têkoşîn bikin û ala ku bavê Welat rakiribû hildin heta ku gelê Kurd bigihêjin serkeftinê."

`ROJAVA JI BO ME XALA PÎROZ, BERXWEDANÎ Û SERKEFTINÊ YE`

Memet kamaç destnîşan kir ku ew pir kêfxweş in ji ber ku ew îro li warê berxwedanê ne û got: "Çavên tevahî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ne, ji ber ku Rojava bi taybet ji bo me xala pîroz, xala berxwedanê û xala serkeftinê ye. Ji ber vê yekê em şanaz in li Kobanê ne."

Duh şandeyek ji siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê ji bo sersaxiyê bidin malbat û hevrêyên şehîd Salih Muslim derbasî Kobanê bûbû. Şande ji Hevserokên Giştî yên DBPˊê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, Hevberdevka HDKˊê Meral Daniş Beştaş, Cîgira Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê ji Tekiliyên Derve Berpirsiyar Ebru Gunay, aktivîsta TJAˊyê Sebahat Tuncel, siyasetmedarên Kurd Leyla Zana, Çetîn Arkaş, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, pêk tê.

(fr)

ANHA