Hêzek Îsraîlê derbasî gundewarê Dera û Quneytira bû

Hêzek Îsraîlê bi 6 wesayîtên leşkerî derbasî gundewarên Quneytra û Derayê bû û xalên nû yên kontrolê danîn, balafirên şer û keşfê jî li asîman digerîn.

Hêzek Îsraîlê derbasî gundewarê Dera û Quneytira bû
15 adar, 2026   16:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzek Îsraîlê bi wesayîtên leşkerî careke din derbasî gundewarên rojavayê Derayê û başûrê Quneytrayê bûn, xalên kontrolê danîn.

Nûçegihanê me ragihand ku 6 wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê ketin gundê Seyda El Colan ê gundewarê başûrê Quneytîrayê, paşê ber bi gundê Hanût vekişîn û ketin baregeha xwe ya li Til El Secî.

Di heman çarçoveyê de, hêzeke leşkerî ya ji 24 wesayîtan pêk dihat di navbera bajarokên Ternece û Cebate El Xeşeb li gundewarê bakurê Quneytîrayê de pêşve çûn, hemwextî bendeke leşkerî di navbera gundên Eyn Zeker û El Meqrez ên gundewarê rojavayê Derayê de danîn.

Di vê dawiyê de hêzên Îsraîlê bi awayekî leşkerî derbasî başûrê Sûriyeyê dibin, li asîman jî hemwextî derbasbûnan balafirên şer û helîkopter hene.

(ac/fr)

ANHA