ˋAzadiya fîzîkî ya Rêbertî daxwaza me ya sereke ye’

Jinên li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê pergala qirkirin û êşkenceyê ya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan dide meşandin, şermezar kir û soza domandina têkoşînê da.

ˋAzadiya fîzîkî ya Rêbertî daxwaza me ya sereke ye’
10 kanûn, 2024   03:10
QAMIŞLO
 BESNE ŞEMO

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya pêkanîna pergala qirkirin û êşkenceyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan sûcan pêk tîne. Girêdayî mijarê jinên li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ev sûc şermezar kirin û diyar kir ku armanc ji van sûcan gel ji Rêber Abdullah Ocalan were bidûrxistin.

Welatiya bi navê Fatme El Meşan a ji pêkhateya Ereb diyar kir ku kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşndin li dijî hemû qanûnên mafên mirovan in û armanc ji wan kiryaran têkbirina azadiya gelan e.

Fatme El Meşan wiha domand: “Çi dikin bila bikin, em ji xeta Rêbertî dernakevin. Jin dê têkoşîna xwe li qadên berxwedanê bidomînin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin."

Fatme Esaf destnîşan kir ku armanc ji sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan gele ji wî bi dûr bixin û got: “Em vê yekê qebûl nakin. Ji ber ku Rêbertî bi fikrên xwe di nav me de ye."

Fatme Esaf ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan soza bilindkirina têkoşînê û domandina berxwedanê da.

Robîn Yûsif jî sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got: “Ew hewl didin Rêbertî ji gelê wî bi dûr bixin. Lê belê ne ji fikrên Rêbertî bûya em jin nedibûn xwedî îrade. Em jî soz didin ku ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê bidomînin.”

(fr)

ANHA