Parlamenterekî Îranê: Me di Sûriyeyê de zêdetirî 600 kes winda kirin.

Parlamenterekî Îranê da zanîn ku Îranê di şerê li Sûriyeyê de zêdetirî 6 hezar leşker ji dest daye û got: "Sûriyeya ku me gelek xwîn û pere ji bo wê dan, di hefteyekê de hat teslîmkirin."

Parlamenterekî Îranê: Me di Sûriyeyê de zêdetirî 600 kes winda kirin.
9 kanûn, 2024   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Îranê der barê geşedanên li Sûriyeyê yên piştî ketina Beşar Esed de, civînek li dar xist.

Parlamenter Mihemed Menan Reîsî diyar kir ku tiştê ku bûye ji nişkê ve bû û got: "Me nêzî 6 hezar pasdar û bi mîlyaran dolar di şerê li Sûriyey de dan. Di dawiyê de jî Sûriye di hefteyekê de hat radestkirin."

Reîsî wiha domand: "Sûriyeya ku me gelek xwîn û pere ji bo wê dan, di hefteyekê de hat radestkirin. Gelo ew di çarçoveya windakirina planên Îsraîlê de bû? Xuya ye ku hin bepirsan mijar li gorî xwe bi rê ve birin û hesabên me tevlihev kirin."

(fr)