Şêniyên Hesekê komkujiya Musterîhayê şermezar kir

Şêniyên Hesekê komkujiya hovane ya dewleta Tirk a dagirker li gundê Musterîha yê bajarê Eyn Îsayê ku di encamê de 12 welatî şehîd bûn, şermezar kir. Şêniyan hêzên navneteweyî hişyar kirin ku li hember van kiryaran bê deng nemînin.

Şêniyên Hesekê komkujiya Musterîhayê şermezar kir
10 kanûn, 2024   05:10
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Duh bi şev, dewleta Tirk a dagirker komkujiyek hovane li gundê El Musterîha yê bajarê Eyn Îsa yê kantona Firatê pêk anî, di encamê de 12 kes şehîd bûn ku 6 zarok jê zarok bûn. 

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê Necah Hewas ev komkujî bi tundî şermezar kir û got: "Komkujiya dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan ne ya yekem e, her tim zarok û jin dibin qurbaniyên van êrişan. Sûc û tawanên dewleta Tirk nayên hijmartin. "

Necah her wiha got: "Êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê dewam dikin, ev jî armanca dagirkeriyê ya têkbirina aramiyê û hedefgirtina welatiyan aşkera dike.”

‘SÛCEKÎ MEZIN LI DOSYEYA SÛCÊN DEWLETA TIRK ZÊDE BÛ’

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Xelîl Seîd destnîşan kir ku komkujiyên dewleta Tirk a dagirker bi giranî jin, zarok û deverên niştecihbûnê dikin armanc. Seîd got û ev yek binpêkirineke aşkera ya zagonên navneteweyî ye.

Seîd wiha dewam kir: "Tişta ku li gundê Musterîha qewimî, sûcekî hovane ye ku li dosyeya sûcên dewleta Tirk zêde bûye. "

JI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ BÊDENGÎ

Xelîl Seîd di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo parastina sivîlan û rawestandina sûcên dewleta Tirk a dagirker bi lez destwerdanê bikin û got: "Eger hesab ji dewleta Tirk nayê pirsîn, ev yek wê bihêle ku komkujiyên zêdetir pêk bîne. "

(k)

ANHA