ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-05-2024
19 gulan 2024   02:00

Parêzer û hiqûqnasan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze raya giştî ya cîhanê bixapîne û bala wê ji ser sûcê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bibe û got helwesta redker a dewleta Tirk ku agahiyan der barê Rêber Abdullah Ocalan de nade, sûc e.

Endamê Saziya Olî ya kantona Reqayê şêx Yehya Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker debara şêniyên li eniyên şer dike armanc da ku  koçber bin.

Şandina çeteyên dewleta Tirk bo Nîjerê, têkiliyên Misir- Îranê û dosyaya penaberên sûriyeyî rojevên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

Karta hilbijartinê ji aliyê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ve hatiye amadekirin û tê de agahiyên nasnameyê û navnîşana hilbijêran hene. Kesên ku vê kartê negirin, dê nekarin dengê xwe bidin.

Cotkaran li kantona Dêrazorê dest bi dirûna genim kir. Bi wê re kevneşopiyên berê yên ku hevgirtina civakî xurt dikin, vejîn.

Çalakiyên Festîvala 2ˊyemîn a Biharê li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo di roja duyemîn de dewam dikin, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiyên konê protestoyê ya ku Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehba bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li navçeya Ehdasê li dar xistiye, dewam dikin, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê serdanên xwe li nivîsgehên partiyên siyasî yên Qamişlo dewam dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê li hola Meclisa Gelan çalakiya Roja Şehîdan li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Parêzeran a Kantona Firatê ji bo şermezarkirina darizandina siyasetmedar û parlamentoran li Bakurê Kurdistanê di ˊDoza Kobanêˊ de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li navenda Dadgeha Gel a Kobanê daxuyaniyekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şandeya ji kantona Efrîn û Şehba berê xwe dide Nexweşxaneya Avrînê û serdana birîndarên topbarana dewleta Tirk a dagirker li herêma Şehba dike û daxuyaniyekê dide, saet 10:00ˊan. Her wiha Komeleya Star a Parastina Zarokan û Meclisa Edaletê ya kantona Efrîn û Şehbayê der barê heman mijarê de daxuyaniyekê didin, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Minbicê li kêlek avahiya Rêveberiya Deriyan a li rojavayê bajêr Parka Şehîdan vedike, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)