Li Qamişlo pirtûka ˊHenaseˊ hat îmzekirin

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Suryeyê çalakiya danasîn û îmzekirina pirtûka ˊHenaseˊ li dar xist.

Li Qamişlo pirtûka ˊHenaseˊ hat îmzekirin
Li Qamişlo pirtûka ˊHenaseˊ hat îmzekirin
Li Qamişlo pirtûka ˊHenaseˊ hat îmzekirin
Li Qamişlo pirtûka ˊHenaseˊ hat îmzekirin
Li Qamişlo pirtûka ˊHenaseˊ hat îmzekirin
Li Qamişlo pirtûka ˊHenaseˊ hat îmzekirin
Li Qamişlo pirtûka ˊHenaseˊ hat îmzekirin
Li Qamişlo pirtûka ˊHenaseˊ hat îmzekirin
Li Qamişlo pirtûka ˊHenaseˊ hat îmzekirin
18 gulan, 2024   19:35
QAMIŞLO

Li Parka Xwendinê ya Qamişlo çalakiya danasîn û îmzekirina pirtûka ˊHenaseˊ hat lidarxistin. Di çalakiyê de nivîskar, rewşenbîr, memoste û gelek kes beşdar bûn. 

Di axaftina vekirinê de endama rêvebera Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Suryeyê Botan Hoşê diyar kir ku weke her xebatên ziman û wêjeyê, pirtûka ˊHenaseˊ jî xwedan girîngiyeke ziman wêjeyê ye.

Mamosteyê Ziman û Wergerê Samî Fetah ku pirtûka ˊHenaseˊ xwendibû, şîroveyên xwe li ser pirtûkê kirin.

Nivîskara pirtûka ˊHenaseˊ Lema Mihemed Elî di axaftina xwe de diyar kir ku ew deyndarê gerîlayên azadiya Kurdistanê ye ku bi saya wan, ew pirtûk nivîsandiye. Lema Mihemed Elî bal kişand ser çîrokên serpêhatiyên rasteqînî yên gerîla û da zanîn ku her çîrokek bi serê xwe mijara romanekê ye û tiştên ku nivîsandiye jî li beranberî êş, berxwedan, fedakarî û rihê hevaltiya gerîlayên azadiyê ku jiyan dikin kêm dimîne.

Piştî axaftinan, pirtûka ˊHenaseˊ hat îmzekirin û gihîşte ber destê xwînerên xwe.

Pirtûka ˊHenaseˊ  ji 12’ çîrokên rasteqînî yên gerîlayên azadiya Kurdistan pêk tê. Pirtûk li Weşanxaneya Şilêr ev pirtûk hat çapkirin.

Pirtûka ku di sala 2018’an ve ji aliyê nivîskar Lema Mihemed ve hatiye nivîsandin de qala berxwedan, fedakarî, wêrekî û rêhevaltiya gerîlayên azadiya Kurdistanê dike.

(bm-s)

ANHA