Bi şahiyeikê salvegera Komeleya Çandê ya Suryanan hate pîrozkirin
Ji bo salvegera damezrandina Komeleya Çandê ya Suryanan li Sûriyeyê li Qamişloyê şahiyek hat lidarxistin. Komele ji aliyê Yekitiya Rojnamevaniya Erebî ya Navneteweyî ve hat xelatkirin.
Bi boneya salvegera 16`emîn a damezrandina Komeleya Çandê ya Suryanan li Sûriyeyê li pêşiya avahiya komeleyê ya li bajarê Qamişlo şahiyek hat lidarxistin.
Şêniyên Suryan ên li Qamişloyê û nûnerên pêkhateya Suryan ên ku cihê xwe di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de digirin amade bûn.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre koma komeleyê bi amûrên muzîkê sirûd pêşkêş kirin. Berpirsê Komeleya Çandê ya Suryanan li Sûriyeyê Îbrahîm Ademo axivî û diyar kir ku ew bi rêya komeleyê dixwazin çanda xwe ya kevnar geş bikin û zarokên xwe li ser çanda wan a resen mezin bikin. Deriyê komeleyê ji bo hemû pêkhateyan li herêmê vekiriye û ew ê bi vê gavê çanda hezkirin û rêzdayînê belav bikin.
Paşê Koma Yersûsa ya govendê govendeke floklorî pêşkêş kir û helbestên helbestvanê Suryanî Mîşêl Fîlo hatin xwendin.
Komeleya Çandê ya Suryanan li Sûriyeyê ji aliyê cîgirê serokê Yekitiya Rojnamevaniya Erebî ya Navneteweyî Hesen Zaza ve hat xelatkirin.
Şahiya salvegerê bi stranên Koma Koral Dar Niûm Faiq û pêşandan senevîzyoneke der barê kar û xebata komeleyê de bi dawî bû.
(sb)
ANHA