Heyva Sor a Filistînê: 15 hezar û 105 zarok hatine kuştin

Hevya Sor a Filistînê ragihand ku ji destpêka şerê Îsraîl  û Hemasê ve zêdekirî 15 hezar zarok li Xezayê hatin kuştine.

Heyva Sor a Filistînê: 15 hezar û 105 zarok hatine kuştin
16 gulan 2024   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyva Sor a Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand ku di şerê Îsraîl û Hemasê ku 7’ê Cotmeha 2023’yan destpê kiriye de, 15 hezar û 105 zarok li Xezayê hatine kuştin.

Tevgera Parastina Zarokan a Navneteweyî jî daxuyand ku Îsraîl muameleya xirab û îşkenceya li zarokên Filistînê yên li gel xwe ragirtine, didomîne.

Tevgerê hişyarî da ku berdewama siyaseta hesabnepirsînê xetereyê li ser jiyana Filistîniyan, bi taybet li ser jiyana zarokan çêdike.

(bb)