Dagirkeran li Minbicê 3 kes birîndar kirin

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundên Minbicê de, 3 kes birîndar bûn.

Dagirkeran li Minbicê 3 kes birîndar kirin
18 gulan, 2024   15:37
MINBIC

Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundên Minbicê, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê gundên Toxar û Catê yên li bakurê rojhilatê kantona Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.

Di êrişê de 3 şênî birîndar bûn. Navên birîndaran wiha ne: Remedan Ebid El Bakîr (18) ji guhê xwe ve birîndar bûye, Wesîm Îbrahîm El Omer (12) ji tiliyeke xwe û Mihemed Feysel Salih (14) ji lingekî xwe birîndar bûne.”

(bb)

ANHA