Pirtûka Sosyolojiya Azadiyê hat xwendin

Li Bakûr û Rojhilatê Sûryeyê kom bi kom xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan berfireh dibe.

Pirtûka Sosyolojiya Azadiyê hat xwendin
5 gulan, 2024   19:51
QAMIŞLO

Çalakiya xwendina pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a Sosyolojiya Azadiyê, li Parka Xwendinê ya Bajarê Qamişlo li dar ket.

Koma xwendinê ya ku ji rewşenbîr, siyasetmedar û endamên saziyan pêk dihat, parêznameya Rêber Abdullah Ocalan a Sosyolojiya Azadiyê xwendin.

Koma xwendinê vê hefteyê beşa 5. Mijara Aqilê Civakî xwend û nîqaş kir

Di nîqaşan de hat diyarkirin ku pergala Kapîtalîzmê dîrokê ji xwe dest pê dike û hemû pêşketina hêza aqilê civakî dixe xizmeta xwe. Her wiha di nirxandinan de hat destnîşankirin ku  pergala kapîtalîzmê bi aqilê analîtîk di şexsê jinê de civak guvaşt û li ser esasê desthilatdariyê hemû qadên jiyanê û xweza jî xirab kir. Di nêrînên hevpar ya komê de, ji bo derbaskirina pirsgirêkên ku pergala Kapîtalîzmê li ser civakê ferz dike, analîz û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan di warê dîrokî, çandî û civakî derketin pêş.

Koma xwendinê hefteyê carekê (rojên Yekşemê) beşên pareznameya dixwînin û nîqaş dikin.

(bm-a)

ANHA