Li bajarokê Holê meş
Xelkê bajarokê Holê ya kantona Cizîrê hemwextî Cejna Şehîdan û bîranîna salvegera şehadeta Kakî Karer meşek li dar xist.
Meş ji pêş Komeleya Perwerdê ya bajarokê Holê ber bi têketina bajarok ve dest pê kir. beşdaran meşale hildan û diruşmên silavkirina şehîdan berz kirin.
Li têketina bajarok endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Holê Yasîn El Mizel daxuyaniyek xwend û tê de şehîd bi bîr anîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin berxwedana dewam dike û gelê hêvî û armancên xwe yên azadî û projeya neteweya demokratîk pêk tîne.
Çalakî bi diruşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.
(fr)