Lîstikvanê biçûk ê pingponê

Harûnê biçûk piştî fêrî taktîkên lîstikê bû di turnovayên pingponê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de her tim di pileyên yekemîn de cih digire û bûye lîstikvanekî pispor.

Lîstikvanê biçûk ê pingponê
Lîstikvanê biçûk ê pingponê
Lîstikvanê biçûk ê pingponê
Lîstikvanê biçûk ê pingponê
Lîstikvanê biçûk ê pingponê
Lîstikvanê biçûk ê pingponê
Lîstikvanê biçûk ê pingponê
Lîstikvanê biçûk ê pingponê
6 gulan 2024   07:35
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Harûn Îbrahîm (13) ê ji bajarê Qamişloyê ye endamê Tîma Berxwedana a Werzîşê ye. Beriya 3 salan fêrî lîstika pingponê bûye û tev li gelek turnovayan bûye. Di turnovaya herî dawîn  ku 3’yê Gulanê li Qamişloyê pêk hatibû de pileya sêyemîn girt. Harûnê biçûk li hember bi dehan lîstikvên ku li ser asta Sûriyeyê bûbûn şampyon, lîst.

Rahênerê Harûn û Tîma Berxwedan a pingponê Ebdulbaqî Cemal bal kişand ser behreya Harûn û got: "Behreya Harûn ji temenê wî mezintir e. Em bi wî hêvî ne ku bikare li hember lîstivanên beşa mêran bilîze û bi ser keve."

Cemal îşaret pê kir ku di qonaxên turnovayê de bala her kesî li Harûnê biçûk bû û wiha domand: "Ruxmî ku hevrikên wî yên lîstikvan pispor in, lê nikarîbûn li hemberî wî bi ser kevin. Harûn ji 7 lîstikan di 6 lîstikan de bi ser ket. Her wiha di turnovayekê li ser asta Sûriyeyê de jî encameke baş bi dest xist."

Der barê taybetmendiyên lîstkvanê biçûk de Cemal got: "Xwedî taybetmendiyên lîstikvanê pingponê ye. Zîrek e, bala wî li ser lîstikê ye û di maçan de xwedî kesayetek bi hêz e. Dizane çawa bilîze, di taktîkên lîstikê de serdest e. Bi awayekî rast topa pingponê davêje."

Harûn anî ziman ku ew pir ji pingponê hez dike û dixwaze asta xwe bi pêş bixin û hêviya xwe ku tev li turnovayên li ser asta cîhanê bibim, pêk bîne.

(şx)

ANHA