Bêhiqûqiya PDK’ê: 208 roj e Silêman Ehmed dîl girtiye

PDK`ê yasayên têkildarî mafên rojnamevanan binpê dike, 208 roj e rojnamevan Silêman Ehmed revandiye û hevdîtinên parêzeran asteng dike.

Bêhiqûqiya PDK’ê: 208 roj e Silêman Ehmed dîl girtiye
19 gulan 2024   09:45
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, ev 208 roj e agahî ji nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyekê îdia kiribû ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê ye’ û bi aşkera gefa cezakirinê li Ehmed xwar û îtiraf kir ku ew revandine.

Parêzerê Silêman Ehmed, Narîman Ehmed Reşîd ji ajansa me re gotibû:"Me 2 caran serî li Dadgeha Dihokê kir û 2 caran jî dadger biryara daxwaznameya me ya hevdîtina Silêman Ehmed da. Lê Asayîşê ev biryar jî binpê kir. Li gorî qanûna darazê ya Iraqê madeya 40’an divê her aliyek li gorî biryara dadger bimeşe. Lê Asayîşê rê neda em Silêman Ehmed bibînin û bibin wekîlê wî."

Her wiha parêzer destnîşan kiribû ku tawanên li dijî Silêman ne rast in û gotibû: "Silêman bi awayekî fermî derbasî Rojava bibû û fermî ji wir vegeriya bû. Di heman demê de belgeyên wî yên fermî yên bicihbûna li Başûrê Kurdistanê hene û tu pirsgirêkên wî yên qanûnî tune ne."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di 29’ê Çileyê de bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne yasayî ye û bang li PDK`ê kir ku demildest wî serbest berdin.

30’ê Nîsanê, Komîteya Tevna Parastina Rojnamevanan (CPJ) di malpera xwe ya fermî de ragihand ku di 12’ê Nîsanê de bi hemahengiya li gel Komîteya Parastina Mafan a Mîna, daxwazek lezgîn pêşkêşî Komîteya Windakiriyan a Neteweyên Yekbûyî kirine û daxwaz kirine ku çarenûsa Rojnamevan Silêman Ehmed were aşkerakirin.

212 rojnamevan, nivîskar û xebatkarên saz û rêxistinên çapemeniyê xwestin ku dimildest  Silêman Ehmed were berdan.-

Rojnameger Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman Ehmed, di 25’ê Cotmehê de xwest di deriyê Sêmalkayê re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 208 roj e agahî jê nayên girtin.