Heftename: Çeteyên sûriyeyî li Afrîkayê berjewendiyên Enqereyê bi cih tînin

Şandina çeteyên dewleta Tirk bo Nîjerê, têkiliyên Misir- Îranê û dosyaya penaberên sûriyeyî rojevên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

Heftename: Çeteyên sûriyeyî li Afrîkayê berjewendiyên Enqereyê bi cih tînin
19 gulan 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî çeteyên sûriyeyî yên ku dewleta Tirk wan dişîne Nîjerê, nûçeyek bi sernavê "Komên sûriyeyî amade ne ku berjewendiyên Tirkiyeyê li Afrîka û Kafkasyayê pêk bînin" weşand.

Hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker piştî Lîbya û Azerbeycanê niha bi sedan çeteyên sûriyeyî dişîne Nîjerê.

Rojnameyê nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) weşand û da zanîn ku hezar çeteyên sûriyeyî yên alîgirên Enqereyê, bi rêya Tirkiyeyê derbasî Nîjerê bûne û Tirkiye dixwaze berjewendiyên wê li vî welatî pêk bînin.

Rojnameyê cih da nirxandinên şîrovekarên siyasî jî yên "Ev demek e Enqere bi desthilata leşkerî ya Nîjerê re di nava têkiliyên xurt de ye. Berjewendiyên Enqereyê li wir gelek in û beriya çend salan, çeteyên sûriyeyî şandibûn wir."

Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku Enqere bi rêya efserên ji şîrketa Sadatê peymanê bi çeteyan re îmze dike. Li gorî rojnameyê, ev şîrket tirkî ye û ya şêwirên parastinê ye û wek çeka veşartî ya Enqereyê di şerên wê yê li bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn de tê dîtin.

‘ALOZIYÊN LI HERÊMÊ… GELO NAKOKIYÊN QAHÎRE Û TEHRANÊ DÊ BI DAWÎ BIBIN?’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser têkiliyên Îran û Misirê. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku nixandinên siyasî nîşan didin ku lihevkirinek di navbera Qahîre û Tehranê de çêbûye.

Di rojnameyê de hat bibîrxistin ku wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehiyan roja Şemiyê ji ajansa IRNA re behsa “Nerîneke stratejîk a diyalog û tevgeriyê bi Misirê re” rekiribû. Her wiha hat diyarkirin ku hevdîtin û pêwendiyên di navbera rayedarên her du dewletan de nîşaneyên lihevkirineke siyasî û xurkirina têkiliyan in.

CAREKE DIN DERIYÊ VEGERANDINA PENABERAN VEBÛ

Têkildarî vegerandina penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê, rojnameya El Exbar a Lubnanê nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku piştî desthilata Lubnanê bi koordîneya hikumeta Şamê gelek penaberên sûriyeyî vegerandin Sûriyeyê, Washington û gelek welatên Yekitiya Ewropayê xwest derî bigirin, lê belê gelek dewletên din li bendê ne ku dest bi vegerandina sûriyeyiyan bikin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Urdin bi bêdengî li benda dora xwe ye û Tirkiyeyê jî heman e.

Di nûçeyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku hemwextî vegerandina sûriyeyiyan, kongreyek li Brukselê têkildarî Sûriyeyê hate lidarxistin û ev agahî hatin parvekirin: "Di vê kongreyê de ji bo welatên penaber pêşwazî kirine, pere tê komkirin. Li ser navê Lubnanê wezîrê karên derve tev li kongreyê bû. Lubnanê bi vê yekê xwest nerazîbûna xwe li hember nevexwendina hikumeta Sûriyeyê nîşan bide."