Bertekên li hemberî cezayên li dijî siyasetmedarên Kurd zêde dibin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê û TEV-DEM`ê, cezayên li siyasetmedarên Kurd hatine birîn, şermezar kirin û banga hevgirtinê kir.

Bertekên li hemberî cezayên li dijî siyasetmedarên Kurd zêde dibin
18 gulan, 2024   14:54
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên li hember biryara dadgeriya Tirk a li dijî siyasetmedar û çalakvanan zêde dibin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyeke nivîskî cezayên li siyasetmedarên Kurd hatine birîn, şermezar kirin.

TEV-DEM`ê cezayên li dijî siyasetmedaran, wek derexlaqî û xeternak bi nav kirin û diyar kir ku hemwextî girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û ferzkirina cezayên dîsîplînê bû.

TEV-DEM`ê bang li gelê Kurd, gelê din, rêxistinên civakî, demokratîk, rêxistinên hiqûqî û hêzên siyasî kir ku li hember astengiyên pêvajoya heyî hevgirtî bin.

Her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê bi daxuyaniyekê ku li pêşiya navenda wê hate dayîn, cezayên dadgeriya Tirk li siyasetmedaran biriye, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de rêveberiyê diyar kir ku dadgehên biryarên wiha didin, sexte ne û di bin bandora siyasetê de ne û li pişta wê AKP heye.

Rêveberiyê bang li aliyên navneteweyî kir ku mafên mirovan û azadiya derbirînê biparêzin û bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî kir ku li hember van siyasetên hovane helwesteke adil nîşan bidin.

(şx)