Projeya peydakirina ava vexwarinê ji bo Hesekê gihaştiye ku derê?

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku pirsgirêka avê li bajarê Hesekê çareser bike, 5 bîr amade kirin.

Projeya peydakirina ava vexwarinê ji bo Hesekê gihaştiye ku derê?
Projeya peydakirina ava vexwarinê ji bo Hesekê gihaştiye ku derê?
Projeya peydakirina ava vexwarinê ji bo Hesekê gihaştiye ku derê?
Projeya peydakirina ava vexwarinê ji bo Hesekê gihaştiye ku derê?
16 gulan 2024   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî ku dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elokê li ser Hesekê biriye, hewl dide pirsgirêka avê çareser bike. 

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Kantona Cizîrê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê projeyan pêk tîne. Desteyê stasyoneke avê li bajarê Amûdê ava dike ku ku bi rêya bîran avê bighîne bajarê Hesekê. Di çarçoveyê projeyê de ji 20 bîrann 8 bîr hatin kolandine. 5 bîr amade ne û kolandina 3 bîrên din dewam dike.

Piştî nirxandin û lêkolînkirina cihê kolandina bîran ji aliyê pirsporên joelojî ve, proje hate destpêkirin. Pirsporan diyar kirin ku li herêma diyarkirî miqdara avê baş e û avakirina stasyonê li wir zirarê nade axê. Ji ber wê dê stasyonek ji bo komkirina ava wan bîran were avakirin. Di stasyonê de, dê hola hilmijkirinê, depoyek ku têra 5 hezar metrekab av dike, bê avakirin.

Proje di 3 qonaxan re derbas dibin. Qonaxa yekemîn kolandina bîran e, ya duyemîn avakirina stasyona komkirina avê ye û ya sêyemîn girêdana wan bîran bi stasyonê ye. Li gorî rayedaran lêçûna projeyê 3 milyon dolar e. Ji bo vê yekî peyman bi şîrketên ku proje birêve dibin re hate îmzekirin. Armanc ew e ku herî zêde di 6 meha de ava bîran bigihînin, stasyonê.

Lê belê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina binesaziya herêmê, lêkolînên ser projeyê demek dirêj xwar û baran di zivistan û biharê de bi awayekî baş bariya û hindek sedemên din projeya dereng bom

Der barê mijarê de Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecih a Kantona Cizîrê Silêman Ereb agahî dan malpera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîr. Silêman Ereb got: "Xala herî girîng a projeyê, girêdana stasyonê bi stasyona Himê ye. Ji bo wê jî, dê qestelê 800 milîmetreyî, bi dirêjahiya 62 kîlometreyan were dirêjkirin. Xebatên dirêjkirina torên kehrebe û mîkanîkî jî hene."

Silêman Ereb bang li raya giştî, rêxistinên navneteweyî kir ku piştgiriya pêwîst ji projeyê re pêşkêş bikin da ku di demeke kin de hazir bibe.

(şx)

ANHA