Hiqûqnas: Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî sîstematîk hatiye windekirin

Parêzer û hiqûqnasan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze raya giştî ya cîhanê bixapîne û bala wê ji ser sûcê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bibe û got helwesta redker a dewleta Tirk ku agahiyan der barê Rêber Abdullah Ocalan de nade, sûc e.

Hiqûqnas: Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî sîstematîk hatiye windekirin
Hiqûqnas: Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî sîstematîk hatiye windekirin
Hiqûqnas: Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî sîstematîk hatiye windekirin
Hiqûqnas: Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî sîstematîk hatiye windekirin
19 gulan 2024   02:35
DÊRAZOR
ELÎ EREB

Desthilata Tirk ji 25`ê Adara 2021`an ve bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tecrîdeke giran li Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û nahêle malbat an jî parêzer wî bibînin.

Der barê mijarê de endamê Însiyatîfa Parêzarên Sûriyeyî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Basim El Xelef got: "Tirkiye dixwaze cîhanê bixapîne û çavê wê ji ser sûcê windakirina Rêber Abdullah Ocalan bibe ku ji Adara 2021`an ve tu agahî jê nayên girtin. Dewleta Tirk qebûl nake agahiyên der barê wî de bide, ji ber ku dixwaze wî ji mafê parastina qanûnî bê par bihêle.”

El Xelef wiha domand: “Ev helwesta desthilata Tirk û qedexekirina hevdîtinên parêzer û malbatê bi wî re, li gorî qanûnên Tirkiyeyê û qanûnên navneteweyî, îşkence ye û di qanûnên navneteweyî de tê cezakirin. Îşkence, sûcekî navneteweyî ye, ji ber ku li dijî mirovahiyê ye û ne tenê li dijî kesê îşkence lê tê kirin.”

El Xelef diyar kir ku dewleta Tirk bi van sûcan, peyman û qanûnên navneteweyî, yên NY`yê, lihevkirinên mafên mirovan ên Ewropayê û gelek peyman û lihevkirinên din binpê dike.

Hiqûqnas Mazin El Hefel jî got: "Dewleta Tirk gelek lihevkirin û peymanên navneteweyî binpê dike. Wekî rêgezên bingehîn ên danûstandina bi girtiyan re, lihevkirinên parastina ji îşkenceyê û dan û standina dermirovî, mafên model ên herî nizm ên dan û standina bi girtiyan re û mafên mirovan ên ji bo bidestxistina edaletê."

El Hefel bang li rêxistinên qanûnî, hiqûqî û rêxistinên mafên mirovan kir ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin, ji bo ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

Hiqûqnas Raêd El Beşar jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li ber çavê aliyên têkildar û raya giştî ya xwecih û navneteweyî, mafên mirovan binpê dike.

Beşar bal kişand ser rêbazên bidawîkirina tecrîdê û got: "Rêyek tenê heye. Divê pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a navneteweyî ku li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" dest pê kiriye, berdewam bike. Divê çapemenî rola xwe di vî warî de bilîze. Divê fişarên siyasî jî hebin. Divê li ser çapemeniyê, sûcên ku dewletên zordest dikin ji bo ku rastiyê veşêrin, bibin rojev."

(şx)

ANHA