Li Dêrazorê bi paletiyê re kevneşopên berê zindî dibin

Cotkaran li kantona Dêrazorê dest bi dirûna genim kir. Bi wê re kevneşopiyên berê yên ku hevgirtina civakî xurt dikin, vejîn.

Li Dêrazorê bi paletiyê re kevneşopên berê zindî dibin
Li Dêrazorê bi paletiyê re kevneşopên berê zindî dibin
Li Dêrazorê bi paletiyê re kevneşopên berê zindî dibin
Li Dêrazorê bi paletiyê re kevneşopên berê zindî dibin
Li Dêrazorê bi paletiyê re kevneşopên berê zindî dibin
Li Dêrazorê bi paletiyê re kevneşopên berê zindî dibin
19 gulan 2024   05:06
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Li Dêrazorê li gel çinîna ceh û genim dengê stranên gelêrî bilind dibe. Li herêmê cotkar dema diçin dirûna genim an ceh, stranan bi navê “haddî” tên naskirin, dibêjin.

Bi gotina haddiyan re, şêniyên kantonê dest bi dirûna genim û ceh dikin û alîkariya hev dikin. Ev kevneşop giyanê hevkariyê û yekgirtinê di navbera şêniyan de xurttir dike.

Cotkarê bi navê Ebdurehman El Eswed ji bajarê Hecîn ê rojhilatê Dêrazorê ye. El Eswed got ew hîna genim û ceh bi dasê didirûn û wiha domand: "Ji ber ku patoz nikarin bên nav hin zeviyan. Lêçûna wan zêde ye. Em dixwazin kevneşopên pêşiyên xwe biparêzin. Li kêleka wê, derfetên kar ji şêniyên bajar û gundewaran re peyda dibe.”

El Eswed behsa kevneşopên paletiyê yên li Hecînê kir û got: "Cotkar di paletiyê de stranên taybet ên bi navê haddî dibêjin. Ev stran, morala karkeran bilind dikin. Şênî diçin hawara hev û alîkariya hev dikin.”

Cîran, xizm û dost ji barbenga ve sibê diçin ji bo ku alîkariya xwediyê zeviyan bikin. Ev yek girêdana xurt a di navbera şêniyên kantonê de nîşan dide.

El Eswed wiha domand: "Tevî das, taştê û firavînê em diçin paletiyê û heta êvarê venagerin."

Li gorî El Eswed, ji xweşiktirîn kevneşopên paletiyê, hawara dilxwazî ye ku her malbatek kesek an 2 kesa tev li vî karî dike ji bo ku alîkariya xwediyê zeviyê bikin.

Yek ji kevneşopên din ên paletiyê ku heta niha şêniyên kantonê diparêzin "şeriyet el mewsim" anjî "kirîna mewsimê" ye. Li gorî vê kevneşopê, xwediyê zeviyê parên genim û ceh ji kesên alîkariya didin, belav dike. Bi vî awayî spasiya wan dike.

El Eswed bal kişand ser rola jinan di paletiyê de jî û got: "Jin roleke mezin di paletiyê de dilîzin. Berî mêr dasê hildide û dest bi dirûnê dike û berhev dike. Her wiha tev li hawarê dibe û hevkariya mewsimê li dost û cîranên xwe belav dike.”

Li gorî Komîteya Çandinî û Avdanê ya Hecînê, li rojhilatê Dêrazorê 28 kooperatîf hehe.

(şx)

ANHA