Mezlûm Ebdî: Em hêza xwe ji şehîdan werdigirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê konferansa xwe ya 9`emîn li dar xist. Di konferansê de hevserokên nû hatin hilbijartin.

Mezlûm Ebdî: Em hêza xwe ji şehîdan werdigirin
Mezlûm Ebdî: Em hêza xwe ji şehîdan werdigirin
Mezlûm Ebdî: Em hêza xwe ji şehîdan werdigirin
Mezlûm Ebdî: Em hêza xwe ji şehîdan werdigirin
Mezlûm Ebdî: Em hêza xwe ji şehîdan werdigirin
Mezlûm Ebdî: Em hêza xwe ji şehîdan werdigirin
Mezlûm Ebdî: Em hêza xwe ji şehîdan werdigirin
Mezlûm Ebdî: Em hêza xwe ji şehîdan werdigirin
Mezlûm Ebdî: Em hêza xwe ji şehîdan werdigirin
18 gulan, 2024   20:42
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê bi beşdariya endamên meclisê û malbatên şehîdan li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê konferansa xwe ya 9`emîn li dar xist.

Di konferansê de hevseroka berê ya Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Ayşe axaftina destpêkê ya konferansê kirû got: "Gelê Kurd rûbirûyî têkçûn û helandibû, lê bi hatina Rêber Apo re gelê Kurd hebûna xwe parast û tê koşiya. Em bi rihê Apocî li ser lingê xwe sekinîn. Rêber Apo got; me bi derziyê bîr koland û ew bîr veguherî vejînbûnekê û deryayek ji wê avê derket. Li gel muslimanan ava zemzemê heye. Lê ava me xwîna şehîdên me ye. Tevahî pêkhateyên herêmê jî ji wê avê qurtek vexwar. Me bi wê hêzê dest pê kir  û em ê bi wê yekê bi ser bikevin jî."

Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi rêya zoomê tev li konferansê bû.

Mazlûm Ebdî wiha got: "Tevgera me bi şehîdan serkeftin misoger kir Hêza me ya herî mezin a di tevger û şoreşê de girêdana bi şehîdan e. Erka me ye ku em bi şehîdên xwe ve heta dawiyê bên girêdan û rêya wan bişopînin."

Ebdî diyar kir ku di Kurdistanê de gelek êrîş û qirkirin çêbûn û wiha domand: "Ji roja destpêkê heta niha li ser tevger û şoreşa me her cure êrişên qirker pêk tên, bi taybet jî ew êriş li ser Rojava ne. Xeteriya DAIŞ berdewam e. Dewleta Tirk jî ji bo ku şoreşa me tune bike êrişekî qirker pêk tîne. Li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dest bi êrişên xwe kirye. Li Rojava binesaziyan bombebaran dike û dixwaze bi rêya van êrişan herêmê dagir bike. Lê tevahî hewldanên wê têk diçin."

Mazlûm Ebdî anî ziman ku ew ê heta dawiyê ji bo gelê xwe di nava tevgerê de bin û wiha pê de çû: "Weke rêveberî erka me ye ku em jî bêhtir xwedî li şehîdên xwe derkevin. Erka malbatên şehîdan ew e ku li ku deverê dibe bila bibe xwedî li şehîdên xwe, li tevger û saziyên xwe derkevin. Yê herî zêde ku xwedî li vê civakê û saziyên wê jî derkevin ew in; malbatên Şehîdan in."

Piştî axaftina Mezlûm Ebdî, mamoste Aras Hiso perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîdan de xwendin.

Dûre li ser rewşa rêxistinî nîqaş û pêşniyar hatin kirin.

Di dawiyê de 2 hevserokên nû meclisê hatin hilbijartin. Navên wan Sara Xelîl û Mihemed Bozî ne. hevserokan li pêş beşdaran sond xwar.

(sş)

ANHA