ˊParastina axê erkeke olî û nîştimanî yeˊ

Endamê Saziya Olî ya kantona Reqayê şêx Yehya Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker debara şêniyên li eniyên şer dike armanc da ku  koçber bin.

ˊParastina axê erkeke olî û nîştimanî yeˊ
19 gulan, 2024   03:45
REQA
ENES MIHEMED

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî xelkê herêmê dewam dikin. Li kêleka hedefgirtina binesaziya herêmê, avê, wêrankirina mal û milkên şêniyan, dewleta Tirk a dagirker şerê quta şêniyan dike û agir berdide zeviyên li ser sînor û eniyên şer.

Der barê mijarê de endamê Saziya Kar û Barên Olî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê şêx Yehya Mehmûd got: "Her sal dewleta Tirk serî li heman rêbazên hovane dide. Ev hovîtî wê nîşan dide. Fermanê dide çeteyan ji bo ku agir berdin nav zeviyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."

Şêx Mehmûd destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hedefgirtina jêdera debara şêniyan, dixwaze wan koçber bike.

Şêx Mehmûd wiha domand: "Erdogan îdia dike musliman e. Lê belê tu eleqeya wî bi îslamê re nîn e. Derewan dike, dibêje ku dilê wî bi xelkê Xezayê dişewite, lê belê di heman demê de sûcên herî hovane li dijî me dike."

Her wiha şêx Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker av li ser bajarê Hesekê qut kiriye, daran li Efrînê qut dike, malan wêran dike û ev kiryarên wî tu qanûn qabûl nakin û niha agir berdide nav zeviyên şêniyan.

Di dawiyê de şêx Mehmûd got: "Li ser vê esasê em dibêjin, parastina axê, erkeke olî û nîştimanî ye. Divê her kes bi tevahî rêbazan, mal û milkên xwe û zeviyan biparêzin."

(şx)

ANHA