Karta hilbijartinê çi ye?

Karta hilbijartinê ji aliyê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ve hatiye amadekirin û tê de agahiyên nasnameyê û navnîşana hilbijêran hene. Kesên ku vê kartê negirin, dê nekarin dengê xwe bidin.

Karta hilbijartinê çi ye?
19 gulan 2024   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 11’yê Hezîranê hilbijartinên şaredariyan dê pêk werin. Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinan de piştî avakirina Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, li 125 bajar û bajarokên 7 kantonan lijne hatin avakirin.

Di hilbijartinan de dê hevşaredar û endamên meclisên şaredariyan bên diyarkirin.

Ji bo hemû welatiyên mafê wan ê dengdayînê heye, da ku bikarin dengên xwe bidin, lijneyên hilbijartinê dest bi belavkirina kartên hilbijêran kirine.

KÎ DIKARE KARTA HILBIJARTINÊ WERGIRE?

Li gorî madeya 7’an a Qanûna Hilbijartinê kesên ku ketibin 18 saliyê, ji herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be û zêdetirî 5 salan li herêmê niştecih bûbe û pirsgirêkek wan a yasayî tune be, dikarin karta hilbijartinê wergirin.

DI KARTÊ DE ÇI HEYE?

Di kartên hilbijartinê de agahiyên nasnameyê (nav, navê dayikê, zayend, cih û dîroka jidayikbûnê) û navnîşan (navê bajar, bajarok, komîn) tên nivîsandin.

BI RÊYA KOMÎNAN TÊN BELAVKIRIN

Kartên hilbijartinê bi rêya komînan tên belavkirin. Her hilbijêrek dikare biçe komîna xwe û karta hilbjartinê wergire. Piştî agahiyên hilbijêran li kartê hatin nivîsandin û kart hat mohrkirin, êdî hilbijêr karta xwe digire û li benda roja hilbijartinê dimîne. 

KART NEBE, NIKARIN DENG BIDIN

Hemû welatiyên ku dê denge xwe bidin, divê karta xwe ya hilbijartinê ji komînên xwe wergirin. Li gorî yasayên hilbijartinê kesên ku karta wan nebe, mafê wan ê dengdayînê hebe jî, roja hilbijartinê dê nekare deng bide. Lewma divê kartên xwe bigirin û roja hilbijartinê bi xwe re bibin cihên dengdayînê.

(sb/a)

ANHA