ˊÇareserkirina doza penaberan tenê bi vegerandina wan pêkan eˊ

Wezîrê Karên Derve yê Urdinê bang kir ku li ser bingehîna misogeriya yekitiya Sûriyeyê û dîtina rewşên guncaw ên vegera dilxwazî ya penaberan, bixebitin û krîza Sûriyeyê bi dawî bikin.

ˊÇareserkirina doza penaberan tenê bi vegerandina wan pêkan eˊ
10 tîrmeh 2024   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen El Sefedî îro bi Wezîrê Karên Derve yê Misrê Bedir Ebdulatî re li Qahîreyê civiya û got welatê wî ji bo bidawîkirina krîza Sûriyeyê li ser bingehên misogeriya yekitiya Sûriyeyê, serwerî, serxwebûna wê û rizgarkirina wê ji terorê û dîtina rewşên guncaw ên vegera dîlxwazî ya penaberan dixebite.

El Sefedî destnîşan kir ku mijara vegerandina penaberan li welatê wan xwedî mijara yekemîn e, ji ber ku çareserkirina doza penaberan bi vegerandina wan ve girêdayî ye.

Di vê çarçoveyê de Komîsera Kar û Barên Penaberan diyar kiribû ku piranî penaberên Sûriyeyî yên li Urdinê naxwazin di demeke nêz de vegerin Sûriyeyê.

Komîserê got wan ankêteke herêmî ya 9ˊan li ser nêrîn û niyetên penaberên Sûriyeyê yên têkildarî vegera li Sûriyeyê ji Misr, Iraq, Urdin û Lubnanê pêk anîne û hat diyarkirin ku ji sedî 97 ji penaberên sûriyeyî yên li Urdinê got ew di sala bê de venagerin Sûriyeyê.

(fr)