Xelkê Dêrikê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Bi sedan xelkê bajarê Dêrik û gundewarên wê êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê û tevkariya PDKˊê ji dewleta Tirk re şermezar kirin.

Xelkê Dêrikê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Xelkê Dêrikê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Xelkê Dêrikê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Xelkê Dêrikê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Xelkê Dêrikê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
Xelkê Dêrikê êrişên dagirkeriyê şermezar kirin
10 tîrmeh 2024   21:12
QAMIŞLO

Bi sedan xelkê Dêrikê li Qada Azadî ya bajêr kom bûn û ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Beşdaran berê xwe da sûka navendî û pankartên ˊBi vîna gelan û gerîla em ê dagirkerî û xiyantê têk bibinˊ, ˊHilweşe xiyanetˊ ûˊAzad ji Rêber Abdullah Ocalan reˊ hildan.

Beşdaran li pêş navenda Kongra Star kom bûn. Li wir endamê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya şaxê Dêrikê Ebdurehman Xêrkî tevkariya PDKˊê bi dagirkeriya Tirk re şermezar kir û got: "Divê bi rêya vê meşê em helwesta xwe ya tund li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û tevkariya PDKˊê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê nîşan bidin."

Xêrkî wiha domand: "Ji ber tevkariya PDKˊê bi dewleta Tirk a dagirker re, ew projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê red dike. Ji lew re divê em xiyaneta PDKˊê û êrişên dagirkeriyê şermezar bikin."

Meş bi diruşmaˊhilweşe xiyanetˊ bi dawî bû.

(fr)