Li Amêdiyê û Bamernê li dagirkeran hat xistin
Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo ragihand ku wan wesayita leşkerî û kamyona dewleta Tirk a dagirker ku ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê teçhîzatên şer vediguhest, xistine û wesayîta leşkerî îmha bûye.
![Li Amêdiyê û Bamernê li dagirkeran hat xistin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_668eb02657a0e.jpg)
Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo têkildarî 2 çalakiyên cuda yên li dijî artêşa Tirk ku hewla dagirkirina Başûrê Kurdistanê dike, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Me şeva 9’ê Tîrmeha 2024’an saet di 21:00’an de li nêzî gundê Kanê yê Amêdiyê kamyona kujerê gelê me dewleta Tirk a qaleş ku ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê teçhîzatên şer vediguhest, xist. Di vê çalakiyê de agir bi kamyonê ket û îmha bû. Leşkerê Tirk a dagirker ku ajokarê kamyonê bû bi giranî birîndar bû.”
10ˊê Tîrmeha 2024’an saet di 13:00’an de wesayîta leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ku li ser rêya Bamernê diçû, hat xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta leşkerî îmha bû.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Artêşa Tirk a dagirker ku hewla dagirkirina welatê me Kurdistanê dike, li ku derê be bila bibe wê di hedefa me de be û wê ji derbeyên kujer rizgar nebe. Ev çalakî ji bo tolhildana bombekirin û şewitandina gundên Başûrê Kurdistanê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin lidarxistin.”